ÇalakîManşêt

Partiya me civînek ji bo Eşîrên Ereb li navçeya El-Şedadê li darxist

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD civînek ji rûspiyên Eşîrên Ereb li navçeya El-Şedadê ya kantona Hesekê li darxist, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî yên rewşa siyasî.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanên şehîdên azadiyê re destpêkir, Piştre endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Dermokratîk PYD Mustefa Ahmed li ser geşedanên dawî yên rewşa siyasî axivî, û bal kişand li ser hedefgirtina Rêveberiya Xweser ji hin aliyên ku dixwazin biratiyan gelan ya bi destê vê Rêveberiyê hatiya sazkirin bixin, û nakokî çêkirin di navbera pêkhateyên herêmê de.

Her wiha Ahmed siyaset û pilanên dewleta Tirk a Faşîzm li Bakûr û rojhilatê  Sûriyê anî ziman, û tekez kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me ji bo pêkanîna xewnên Osmaniyan e.

Ji aliyê xwe ve rûspiyan alîgiriya xwe  ji QSD re dan nîşandan û tekez kirin ku QSDê hêza parastina herêmê û pêkhateyane, her wiha dewleta Tirk hêzeke dagirker e.

Back to top button