Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê “Enwer Muslim” di civînek berfereh de bal kişand li ser girîngiya rola malbatên şehîdan di xurtkirina rûbirûbûna zehmetiyên li pêş herêmên bakur û rojhilatê Sûrî de, û ev di dema civîna berfereh a ku buroya partiya me bi malbatên şehîdan re li helebê li dar xist.
Muslim di dewama axaftina xwe de, bal kişand li ser rewşên siyasî, leşkerî, dîblomatîk, îdarî, xizmetguzarî û awayên parastina destkeftiyên ku bi ruh û moralek bilind hatin bidestxistin, tekez kir ku derî ji diyalogê re bi hemû aliyan vekirî ne, ji bo dîtina çareseriyeke giştî û dadmend ji bo hemû sûriyan re, di nav destûrek ku mafên gelê Sûrî misoger dike, û girîngiya rola mezin a malbatyên şehîdan li hemer zihniyeta faşîzma Tirkiyê û alavên wê yên erzan ku hewil dide vîna gelên li herêmê bişkînin.
Di dawiya civînê de, rexnên malbatên şehîdan û pirsgirêkên ku ew dikişînin û dîtina çareyan jê re hat guhdarîkirin, malbatên hehîda tekez kirin ku dê li ser şopadariya riya zarokên xwe bimeşin heta bidestxistina armancên wan di azadiyê, rûmet û jiyana hevbeş de.