ManşêtNûçe

Partiya Lîberal a Kurdistanê hevserokatiya hevbeş a partiya me pîroz dike

Îro yekşemê, şandeke ji Partiya Lîberal a Kurdistanê serdana navenda giştî ya partiya me li bajarê Qamişlo kir, ji bo pîrozbahiya serokatiya hevbeş a nû ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî lidarxistina kongreya nehemîn û hilbijartina “Asiya Ebdullah” û “Salih Muslim” wek hevserokên partiyê.

Şandeya mêhvan ji Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Dr.Ferhad Têlo û endamên desteya siyasî ya partiyê Nîdal Îbrahîm û Newroz Xalid pêk dihat.

Ew ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) “Salih Muslim” û hevserokê nivîsgeha têkiliyên partiyê “Erîfe Bekir” û “Mezlûm Xelîl” hatin pêşwazîkirin.

Di destpêka serdanê de Partiya Lîberal a Kurdistanê bi lidarxistina kongreya ya nehemîn pîrozbahî li partiya me kir û destnîşan bi wê yekê jî kir ku lidarxistina kongreyê pêngaveke erênî bû li gor wan rewşên hestiyar ku herêmên me tê de derbas dibin.

Di serdanê de geşedanên dawî yên siyasî li qada Sûriyeyê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî û gefên Tirkiyeyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kotobêjkirin.

Her du aliyan diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên her roj ew hewldana şikandina vîna gel û têkbirina îradeya gel dike, û di nava gelê herêmê de tirs belav bike û destkeftiyên wê yên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest ketine têk bibin.

Ji aliyê xwe ve Partiya Lîberal a Kurdistanê tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rûbirûbûna kêşeyên pêş de, tekez kir ku tekane rêya çareseriya Sûriyê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

 

Back to top button