Partiya Kesk ya Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD re şand ji ber wefata Endezyar Mihemed Şêxo endamê meclisa giştî ya partiyê.
Di peyama sersaxiyê de wiha hat:
Bi xemgînî xebera wefata endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Endezyar Mihemed Şêxo hevserokê hevbeş yê buroya pilandanîn û geşdanê li bakur û rojhilatê Sûriya bihîst, piştî jiyaneke tijî bi fedekarî û têkoşînê.
Em ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku rehma xwe li wî bike û sebirê bide malbat û rêhevalên wî.
Em di wê baweriyê de ne ku heval û hezkiriyên wî di riya serkeftinê de bimeşin.
Partiya Kesk ya Kurdistanê
Qamişlo – 24 Gulana 2021