ÇalakîManşêtNûçe

Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê hevserokatiya hevbeş a partiya me pîroz dike

Îro Yekşemê, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê a Rojavayê Kurdistanê serdana navenda giştî ya partiya me li bajarê Qamişlo kir, ji bo pîrozbahiya serokatiya hevbeş a nû ya partiya me piştî kongreya 9emîn ya partiyê û hilbijartina Asiya Ebdullah û Saleh Muslim wek hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat

Şanda mêhvan ji berpirsê rêxistina Qamişlo Bîjan Îbrahîm, berpirsê nivîshgeha têkiliyên giştî yê partiyê Refîq Îbrahîm, seroka giştî ya nivîsgeha jinan Zeyneb Hesen û sekretêra rêxistinê Mîdiya Emîn pêk hat.

Şande ji aliyê hevserokên partiyê Asiya Ebdullah û Saleh Muslim û hevserokên nivîsgeha têkiliyên partiyê Erîfe Bekir, Mezlûm Xelîl û endamê nivîsgeha ragihandinê ya partiyê ve.

Di destpêka serdanê de şanda mêhvan pîrozbahî li hevserokatiya nû ya partiyê kir û da zanîn ku lidarxistina 9’emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk di şert û mercên hestiyar de serkeftinek bû.

Her wiha her du aliyan rewşa siyasî ya heyî û gefên dagirkeriya dewleta Tirk a ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  behs kirin û gotûbêjkirina civîna ku dê derbarê van gefan de were lidarxistin, em bi hêvîne ku çareseriya aştiyane hebe piştî vê hevdîtinê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk tîne.

Di dawiya serdanê tekez kirin li ser piştgirî û hevgirtina xwe ji bo pirojeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên herêmê di nav de Kurd, Ereb û Suryan li hev kom dike.

Back to top button