ManşêtNûçe

Partiya Çep a Kurdî li Sûriya hevserokatiya nû ya PYD pîroz kir

Îro şandeyek ji Partiya Çep a Kurdî li Sûriya, serdana navenda Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya mêvan ji sekretêrê giştî “Mihemed Mûsa Mihemd”, “Mihemed Salih Ebdo” û “Seiîd Yûsif” endamên nivîsgeha siyasî pêk hat.

Şandeya mêvan hevserokatiya nû ya partiyê Asiya Abdullah û Salih Muslim pîroz kir.

Her du aliyan behsa rewşa siyasî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya kirin, her wiha gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser, wekî din her du aliyan li ser diyaloga Kurdî-Kurdî li Sûriya nîqaş kirin.

Di dawiya serdanê de her du aliya tekez kirin li ser piştgiriya serdanên di anvbera partiyên siyasî û pêşketina projeya Rêveberiya Xweser.

Back to top button