ManşêtNûçe

Partî û rêxistinên siyasî banga girtina qada hewayî li ser herêmê kirin

Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28`ê Hezîrana derbasbûyî bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û Rûsyayê kiribû ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên bêmirov ên Tirkiyê bigire.

Di vê çarçoveyê de 9 partî û rêxistinên civakî yên li navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe nîşanî vê hemleyê kir. Endamê Partiya Aştiya Demokratîk Ednan Hemdawî li pêşiya Navenda Hêzil a Çand û Hunerê a Tirbespiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 2011`an ve Sûriyê bûye qada nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî, li ser vê me li Rojava dest bi şoreşê kir û rêveberiya xwe ya xweser ava kir ku hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Çeçen û Tirkmen girt nava xwe, her wiha me li dijî DAIŞ û terorê şer kir û di oxira rizgarkirina mirovahiyê ji xetereya hêzên terorîst de bi hezaran şehîd dan. Li aliyekî din jî ruxmî ku em hevbeşên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ne, lê dîsa jî dewleta Tirk ku endama vê koalîsyonê ye êriş dike.”

Di dawiyê de hate diyarkirin ku partî û hêzên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî dest bi hemleya banga li civata navneteweyî kirine ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên şer bê girtin.

Partiyên ku tev li daxuyaniyê bûne ev in; PYD, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Kongra Star, Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê, Partiya Muhafazekaran, Tevger Nûjen a Kurdistanê.

Back to top button