ManşêtNûçe

Parlamentoya Federal a Belçîkayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya dike

Vê sibehê, şandeyek ji Parlamentoya Federal a Belçîkayê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Belçîka di dergeha Sêmalka ya sînorî re gihaştin herêmê. Şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser re dicive.

Şande ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê.

Şande li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Kiêt û nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê Mizgîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan li ser rewşên siyasî û ewlehiyê li herêmê axivîn, her wiha şandeya Belçîkiya tekez kir li ser berdewamiya piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya re.

Piştî civînê, endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê, Queen Mesto ji medyayê re wiha da xuyanîkirin:

Me li ser hewildanên QSD’ê û Rêveberiya Xweser di kêmkirina xetera mezin a DAIŞ’ê de axivîn, ku li şûna hemû cîhanê li dijî vê rêxistinê şer dike.

Her wiha îşaret kir ku ew wê bi hemû awayan kar bikin ji bo rawestandina gefên Tirkiya li ser herêmê.

Ev serdana duyemîn a hikumeta Belçîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, ku beriya niha jî şandeyeke belçîkî tevî rojnamevanên belçîkî di 23`ê Sibata îsal de serdana herêmê kiribû.

Back to top button