ManşêtNûçe

Parêzerên rêber Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ve hate kirin.

Parêzeran diyar kirin ku 18 meh in ew nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin û ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdana hevdîtinê bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adara 2021’ê bi rêya telefonê karîbû bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, pitşî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji hingî ve hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re tê astengkirin.

ANHA

Back to top button