ManşêtNûçe

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ku rêber Abdullah Ocalan ‘Nexşerê’ li parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di sala 2009’an de zêde kiribû, di 23’ê Îlona 2020’an de hevdîtina wî ya bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kiribû. Qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de qediya lê dîsa jî ji bo daxwaza hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn.

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in piştî 8 salan di 2-22’ê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn.

Back to top button