ManşêtNûçe

Parêzeran xwestin ‘bi lez’ serdana Îmraliyê bikin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin ‘bi lez’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ‘bi lez’ bibînin, serlêdana hevdîtinê kirin.

Serlêdan li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hate kirin. Parêzeran diyar kirin ku 8 meh in ew nikarin agahiyê ji Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din werbigirin, ji ber ku li ser rewşa jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtinê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên mîna pandemiyê qet agahdar nînin, ew bi fikar in.

Parêzeran ji dadgehê xwestin ku dawî li vê rewşa ‘bê agahîmayinê’ bîne û bike ku karibin muwekîlên xwe bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Serlêdanên parêzeran jî bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk têne redkirin.

Back to top button