ManşêtNûçe

Parêzer Benkhelîfa: Divê CPT bi helwesteke xurttir bi berpirsyariya xwe rabe

Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran di 13’ê Îlonê de bi mebesta hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, serî li Wezareta Edaletê dan. Yek ji wan parêzeran Selma Benkhelîfa ya Belçîkayî ye. Benkhelîfa derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta CPT’yê  de ji ANF’ê re axivî.

Prz. Benkhelîfa diyar kir ku hedefa wan, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ya min ev mînaka yekane ya di cîhanê de ye.“

Benkhelîfa anî ziman ku dîtina Rêberê Gelê Kurd wek “terorîst“ ji aliyê dewletê ve bê wate ye û wiha axivî: “Bi milyonan kes, wî qehreman, wek rêberê xwe dibînin. Nexwe divê dewlet bala xwe bide, jê re rêzdar be. Divê êdî were berdan. Mînaka Nelson Mandela hêvî ye ji bo mirov. Rejîma Apartheîd jî Nelson Mandella wek ‘terorîst’ didît lê piştî azad bû, bû serok û Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.”

Benkhelîfa rexne li bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “CPT’yê di rapora xwe ya berê de got ku tecrîd kirina Abdullah Ocalan êşkence ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an li dijî biryara diyarkirina helwesta xwe li dijî Tirkiyeyê da û got ku tecrîd li dijî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. CPT, divê bi helwesteke xurttir bi berpirsyariya xwe rabe.”

Back to top button