DaxuyanîManşêt

Osman Dadalî sembola berxwedan û têkoşînê ye

Em ber bi salvegera 13’emîn ya şehadeta heval Osaman Silêman (Osman Dadalî) derbas dibin, ku din bin îşkenceya zindanên rêjîma Sûriyeyê ya Şofînî şehîd ket piştî girtina wî ji hêla beşa Ewlehiya Siyasî li Helebê.

Heval Osman Dadalî ji kesayetên niştimanî ye, ji bo hemû gelan û pêkhateyên ku zordarî li wan hat kirin û bêparkirina ji mafên herî bingehîn di jiyneke azad û demokrat têkoşîn kir, ji ber vê yekê dengê gelek têkoşeran hat bilindkirin li hember van kiryarên dijmirovî, ne exlqî û Şofînî ya ku rêjîma Sûriyeyê pêk anî, ji bo redkirina hemû hişmendiyên netewperwer yên ku mafên gelan û hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Siryan û Ermen înkar dike dest û deng bûn yek, di destpêka wan de heval Osman Dadalî bû, yê ku ji bo edalet, aştî û demokrasiyê têkoşîn kir ji bo ku hemû gel bi awayekî ewlehî jiyan bikin têde exlaq, demokrasî û azadî hebe.

Lê weke ku tê zanîn ji destpêka dîrokê pergalên Desthilatdariya otorîter her dem hemû dengên ku banga azadî, demokrasiyê û rûmetê dikin zordar dike, ji ber vê yekê heval Osman Dadalî ji hêla beşa Ewlehiya Siyasî li Helebê sala 2007’an hat girtin, û di encama îşkenceya ku der heqê wî hat kirin di sala 2008-2-18 şehîd ket.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, di destpêkê de em heval Osman Dadalî bi bîr tînin, û em soz didin li ser domandina riya wî ber bi pêkanîna demokrasî û azadiya gelê me, em hemû kiryarên ku rêjîma Sûrî pêk anî şermezar dikin her wiha tiştê ku der heqê gelê me pêk tê ji hêla hemû pergalên Otorîter di destpêka wê de dewleta Tirk û tiştê ku pêk tîne heta roja îro li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji girtinan, kuştina komî û hilwişandina hemû kevneşopên dîrokî yên ku gelê me ji hezarê salan avakirbûn, û bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin, soz didin wan ku li ser riya wan bimeşin heta pêkanîna serkeftinê, jiyaneke azad û aştî ji hemû pêkhateyan re ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-2-18

Back to top button