GotarNivîskar

Olof Palme Rêberê Aşêtxwazê Cîhanî û yek ji Dostê Gelê Kurd bû

Can Mirzal
.
.
.
Bûyera kû hêla doza gelê Kurd bi dehsalan ji azadiya xwe dûr bibe û tevgera wê ya Azadiyê bikeve nava Lîsteya Terorê doza kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme bû.
Dewlta tirk, Almanya û hinek ji çapemeniyên Swêdê ew salên despêkê ji çêbûna doza azadîxwaziya gelê Kurd kirin armanc û karîn gelê Kurd yê bê xwedî û tekoşîna wî ya nû pêkhatî reş bikin, çalakvanên wê zîndanî bikin û li cîhanê jiyanê lê zor bikin. Mixabin gelek sal weha bihûrîn lê ya baş ew bû rastî kêm jî be va derket holê. Kujerê Olof Palme bi fermî hat nasîn kû kesekî Swêdî bûye û ti peywendiya wî bi Kurdan re tunebû. 
 
Piştî 34 salan nû hate ragihandin bê kî Olof Palme kuştiye. Di civîna çapemeniyê ya doh 10 Hezîr de berpirsê dosya Olof Palme serdozger Krister Petersson got kujer Stig Engström e, ew bi xwe Swêdî ye û weke Skandiamannan dihate naskirin ji ber kû ew wê demê li avahiya Skandia nêzîkî cihê Kuştina Olof Palma kar dikir. Berê jî hinek nivîskaran ew weke kujerê muhtemel dabûn nasandin.
Herweha çend caran weke şahidê bûyerê gotinên wî hatibûn girtin. Lê belê weke gomanbar doz lê nehat rakirin û lêpirsînek cidî pêre nekirin. Serdozger Krister Petersson got kû, ji ber kû kujer berî çend salan miriye, ev doz herî mezin ya dîroka Swêdê a kuştina Palme hat girtin.
Olof Palme Kiye:
Ji malabateke zengîn Arîstokrat di sala 1927 li Stockholm ji dayîk bûye. Bi Çar zimanan baş daxive, Inglîzî, Frenasî, Almanî û zimanê wî yê Dayîkê Swêdî. Herweha baş gramera zimanê Îspanî jî dizanî. Piştî xwendina Yasayê dibe endamê Partiya Sosyalîst Demokrat û piştre dibe Serokê wê. Dû caran dibe Serokwezîrê Hikûmeta Swêdê cara yekem ji sala 1969 heta sala 1976 û cara dûyem ji sala 1982 heta sala 1986. Di 28. Sibatê de bi şev di navber demjimên 11 û 12 de dema kû ew û xanima xwe ji Sînemayê divegeriyan malê li navenda Swêdê, ji piştê ve bi Guleyên Demancê tê kuştin.
Ew ne tenê Sîyasetmedarek Swêdî bû. Belê ew Kesekî Sosyalîst International bû. Alîgirê gelê bindest, gelê Filistîn û dostê gelê Kurd bû. Piştgiriya tekoşîna Reşikan li Rodîsya dikir. Palme dihat naskirin weke Dengê Reşikan di cîhana zilamê Sipî de. Ew dostê penaberan bû herweha dizanîbû pêwîstiya welatî wî Swêd gelekî bi Penaberan heye.
Ji aliyekî ve, bi tundî li dijî êrîşên Amerîka li Vêtanamê disekinî û bi Sefîrê Vêtnama Bakûr re beşdarî xwepêşandana li dijî êrîşên Amerîka li ser Vêtnamê dibû; Ji aliyê din ve jî biçekirina Vêtnamiyan ji aliyê Rûsya ve bi dijwarî rexne dikir. Herweha li dijî dîktatoriya Francisco Franco li Îspanya radiwestiya. Rexneyên wî li ser her dû cemserên cîhanê hebûn ji ber helwestên wî yên bi cesaret û rast, hêzên global zêde jê hez nedikirin. Lê herdem dengê wî di qadên navdewletî de baş dihat bihîstin.
Olof Palme li gel Fidel Castro
Kesekî dilnimiz û sade jiyan dikir. Mirov dikarî bû wî li bazar û kolanên Stokholmê bibînê. Ew jî weke her hemwelatiyekî di rêzê de dima. Olof Palma ji aliyê Netewên Yekbûyê hatibû diyarkirin kû li navçiya şerê Îran û Îraqê bike. Fermî pêşwaziya Serokê Filestînê Yasir Erefat dike. Hevaltiya wî ya xweş bi şoreşger û serokê Kuba Fîdel Kastro re hebû. Di baweriya wî de, diviya bû cîhanek bê şer û bê bindestî dê gelek xweş bibe. Olof Palme dostê gelê Bindest bû û rêberê Aşêtiya Cîhanê bû.
Dibe kû mirov bê kuştin lê nav û ramanê wî yên mirovane û aşêtîxwaz dimîne.
Lê her çawe be tevî kû Olof Palme hat kuştin jî lê bi jiyana xwe ji Cîhanê re da nasîn kû Swêd welatekî ewle bû û siyasetmedar û serok jî kesên asayî endamên civakêne û ti meznatiya wan bi ser kesekî din re nîne.
Olof Palme li gel Yasir Erefat
Di serî de min got kû ev rastî kêm jî be derket holê. Raste ev encam gelek kême; Gelo çima ev kujer Olof Palma dikuje, kî li pişt wî bûye? Mebesta wî jê çi bû? Ev pirs û gelek pirsên din jî hene divê ji raya giştî re were zelal kirin.
Wekî din jî mijara herî zêde pêwîstî bi zelakirinê heye eve: Çima teliya tawanê arastey gelê Kurd û PKK kirin? Çima wê demê li seranserî Siwêd û Almanya çapemeniyên arastekirî Antîpropagenda li dijî gelê Kurd dan despêkirin? Bi dehan çalakvanên kurd zîndanî kirin. Polîsên Swêdê bi çavsorî girte ser gelek malên Kurdan. Êdî li her deverê Swêdê kurdekî ne dikarî bi rehetî bê tirs ji mala xwe derkeve. Ditirsiyan kesek ji wan re bibêjê ma tû Kurdî? belê hun Kurd we Kurdan serokwezîrê me Kuştiye.
Her çendîn ti delîl tûne bû lê dîsa 12 kesên Kurd weke gomanbar hatibûn girtin çendîn car li wan dihat lêpirsîn. Lêpirsîn 34 salan dirêj kir û gelek fereh bû, Îfada bihtirî 10 hezar kesî hat girtin. Di lêpirsînê de 134 kesan gotiye kû me kuştiye 29 kesan ji wan bi xwe çûne navenda Polîsan û gotine me Olof Palme Kuştiye, lê ji ber delîlên wan nebûne, tawanbar ne hatine dîtin. Ya rast di serî de gomanbar û tawanbarê bê goman hebû û hate girtin lê dîsa hat berdan. Xwestin vê carê tawanbarekî li gor berjewendiyên hêzên tarî û bibînin. Di vê yekê de Dewleta tirk erkê vê girte ser xwe û hemû xebata Mîtê bi rêxistina istixbarata Swêdê SAPO re kete nava têkiliyên germ. Salên 1982 heta salên 1986 salên dîrokî bûn ji avakirina Tevgera Azadiyê ya PKK. Turkiye hewldaneke mezin da, da kû Palme ji piştgirtiye Kurdan dûr bixe. Di sala 1985 de Turgut Ozal hevdîtina ya bi Palme re reşkirina Kurdan mijarên sereke bûn li ser mêza hevdîtinê. Di rojên destpêkê yên sala 1986’an de Rêvebirê Giştî yê Ewlehiya Swêdê Hans Holmer li dijî PKK’ê gotinên gelekî giran kir û ev gotinên wî jî di medya Swêdê de hatin weşandin. Ewlehiya Swêdê di bin rêveberiya Hans Holmer de bi çekên giran bi ser malên Kurdan de girtin. Heta kû ew berpisê Ewlehiya Swêdê bû doza Palme bê encam hêla piştî çûna wî nû gelek dozên wî yên tarî û neqanûnî derketin holê. Ew sedemê sereke bû ji bê encamhêlana doza Palme.
Tevî kû ji despêkê jî Kujer pir caran îfade xwe guhertiye. Xanima Olof Palme ew tawanbar di nava çendîn kesan de naskiriye lê her dîsa Berpirsê dosya Olof Palme Berpirsê Ewlehiyê Hans Holmer ew tawanbar weke gomanbar ne girtin, ew berdan û gotin kû delîl têrê nakin.
Lê gerek dike kû mirina Tawanbar-Kujerê Olof Palme, Stig Engström jî baş were lêkolîn kirin da kû bê nasîn ka çi hêzên reş li pişt wî hebûne û sedemê kuştina wî ya Serok Wezîrê Swêdê Palme çi bû?
Lê her çawe be, encamên kû gihiştinê tevî kû gelek dereng û kêm jî bûn lê ji bo doz û nasnameya gelê Kurd encamên dîrokî bûn. Ji her kesî pirtir gelê Kurd bi vê encamê dilşad bû. Ji ber kû zêde gelê Kurd fatûra wê gelek buha da. Lewra divê tekez Hukûmeta Swêd ji biryarên xwe yên berê şaş girtîn vegere û bi fermî PKK-Partiya Karkerên Kurdistan ji lîsteya Terrorê derxîne û herweha lêbûrîna xwe ji gelê Kurd û Tevgera wê ya Azadiyê bixwazê.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button
Close