ManşêtNûçe

Ofîsa Jinê ya TEV-DEM’ê perwerdeyên ‘mafên jinan’ lidardixe

Ofîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê jinan de xebatên hay jê hebûn avakirinê didomîn e. Rêvebera Buroya Jin a TEV-DEM’ê Zeynep Hasan, der barê xebatên ofîsê de ji ajansa me re axivî. Zeynep Hasan, bi bîr xist yek ji biryarên TEV-DEM’ê ku konferansa xwe ya yekemîn di sala 2011’an de lidar xist, avakirina Komîteya Jinê bû û diyar kir di destpêka sala 2018’an de jî di vî warî de biryar hatiye girtin.

‘Jin di bin sîwana TEV-DEM’ê de xwe birêxistin dikin’

Zeynep Hasan, diyar kir Komîteya Jinê piştre veguherî ofîsek û wiha got: “Jin, di ofîs û sendîkayên di bin sîwana TEV-DEM’ê de cih digrin de, bi armanca rêxistinkirina hemû jinan dixebitin. Di bin sîwana TEV-DEM’ê de sendîka jî cih digrin. Di her sendîkayê de jî ofîsek jinê ya kar û xebatê organîze dike heye.” Zeynep Hasan, diyar kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şaxên Ofîsa Jinê heye û da zanîn li herêmê gelek proje hatine pêkanîn.

Taîba Îsmaîl: Pêşxistina perwerdeyan yek ji gavên herî girîng bû

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê Taîba Îsmaîl jî, diyar kir bi destpêkirina şoreşa Rojava re hat tesbîtkirin ku derbarê rola pêşeng a jinan a di civakê de pêwîstî bi xebatên haj jê hebûn avakirine hebûye. Taîba Îsmaîl, da zanîn mijarên perwerdeyê jî li gorî pêwîstiyan diyar dikin û wiha got: “Perwerde ji bo pêşketina civakan xwedî girîngiyek mezin Pêşxistina perwerdeyê ya têkildarî jinan, yek ji gavên herî girînge ku me avêt. Rêber Abdullah Ocalan perwerde bi qasî hewa û avê biqîmet pênase dike. Divê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê û hemû jinên cîhanê, ji bo avakirina civakek azad û demokratîk girîngî bidin perwerdeyê

Back to top button