Bi boneya salvegera 18’emîn ya damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD nûnertiya wê li herêma Kurdistanê civîneke girseyî ji gelên rojava yên li herêma Kurdistanê li dar xist, di dîroka 2021-9-20 roja duşemê, li buroya partiyê li bajarê Silêmaniyê.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre endamê buroya têkiliyên nûnertiyê “Yûsif Kutê” li ser dîroka partiyê û pêvajoyên ku tê de derbas bû ji destpêka damezirandina wê, axivî, her wiha bal kişand li ser armancên partiyê û şehîdên ku canê xwe feda kirin ji bo van aramcan bi bîr anî.
Paşê jî rêvebriyê nûnertiya PYD “Xelîl Efrîn” li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û rojava bi taybet axivî, û li ser siyaseta ku PYD dimeşîne ji bo parastina mîraseya şehîdan û destkeftiyên rojava, tekezî li ser şopa şehîdan kirin heya ku armancên xwestî pêk werin.