ManşêtNûçe

Nûnertiya Rêveberiya Xweser bi berpirsên partî û rêxistinên Siwêdî re civiya

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê; nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Siwêd rêzecivîn bi berpirsên partî û rêxistinên Siwêdî re li dar xistin.

Endamên rêveber yên nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi berpirsê têkiliyên dîplomasî yê Partiya Sosyalîst a li Siwêd desthilat re û endamê têkiliyên giştî yê parlamentoya Siwêd Andrew Ostbury re civiya.

Di civînê de pêşdeçûnên siyasî, leşkerî û tenduristî yên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên hevkarî û çawaniya alîkariyê hatin nîqaşkirin, her wiha berpirsê Siwêdê pêşniyar kir ku dê şandeyek ji parlamentoya Siwêdê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Andrew Ostbury di civînê de teqez kir ku xwesteka hikumeta Siwêdê heye ku piştevaniya nûnertiyê ya li Stockholmê bike.

Her wiha civîneke din bi seroka rêxistina Olive Palme ya navneteweyî Anna Sodertrum û berpirsa dosyaya Rojhilata Navîn Hêlîn Şahîn re bi beşdarbûna endama Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asiya Abdullah hate lidarxistin.

Di civînê de projeyên taybet ên jinan ku rêxistin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê dide wan û xwesteka wan di destekdayîna ji projeyên ku ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyê ve hatine pêşkêşkirin û projeyên civakî li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Her wiha civînek bi seroka rêxistina destekdayîna kurdan li Siwêdê û endama berê ya şaredariya nûnertiya Stockholm Anne Margaret re hate lidarxsitin.

Anne Margaret xwesteka di lidarxistina konferansekî giştî ji hemû rêxistinên siwêdî re eşkere kir da ku destekê bide jin û projeyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Berpirsên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn û tê payîn ku di destpêka meha Kanûnê de were lidarxistin.

Civîneke din jî bi şandeya rêxistina Roja Sor a kurdî re hate lidarxistin û armanc jê ku destek ji aliyê rêxistinên sivîl ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were pêşkêşkirin.

Back to top button