ÇalakîManşêt

Nûnertiya partiya me li herêma Kurdistanê pêşwaziya şandek ji Partiya Yekîtî ya Demokrat dike

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê, duh pêşwaziya şendek ji Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriya( Yekîtî), di dîroka 2021-6-17 li navenda nûnertiyê li bajarê Silêmaniyê kir.

Şandeya ku serdana nûnertiya me kir ji, Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat Mihyedîn Şêx Alî, cîgerê sekretêr Mustefa Meşayk û endamê komîteya têkiliyan Salih Mamo pêk hat.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Kurdistanê Nûrî Esed û Mehmûd Reşo endamê buroya têkiliyan pêşwaziya şandeyê kirin.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya yekbûna dîtinên siyasî û xurtkirina têkiliyên Kurdistanî yên ku dikevin berjewndiya gelê Kurd, û çareserkirina pirsgirêkan di riya danûstendina û diyalogê, û pêwistiya avakirina vîneke siyasî xurt û yek.

Her wiha destnîşan kirin li ser pêwistiya xebat bikin bi hemû wesîleyan ji bo bidestxistina hêviyên gelê kurd yê ku hêviyên mezin xistin ser milê me, îşaret kirin li ser pêwistiya diyarkirina her aliyekî ji helwesta xwe der barê tiştê ku çêdibe ji komplo û pilanan bi tabyet li baûşrê Kurdistanê.

 

Back to top button