ÇalakîManşêt

Nûnertia PYD li başûr civîneke berfireh ji partiyan û kesayetên siyasî re li dar xist

Bi insiyatîfa nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê duh roja Yekşemê di dîroka 2022-4- 12, civîneke şêweriyê li salona “Xak” ji bo geşdanên siyasî û meydanî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û encamên wê li ser herêmê li bajarê Silêmaniyê li dar xist, di civînê de nûnerên partiyên siyasî, kesayetên siyasî, Ekademesiyên, çalakvan û rêxistinên siyasî hazir bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan, piştre nameya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Asiya Abdullah hat guhdar kirin, tê de wiha hate gotin: Di çarçoveya êrîşên dewleta Tirk a dagirker liser rojava û başûrê Kurdisatnê û ji bo parastina destketiyên kurdî pêwistiya bi hev re kar bikin heye, wiha lê zêde kir: Armanc ji van êrîşan têkbirina serkeftinên ku bi saya hezarên şehîdan pêk hatiye, lê em karin biser bikevin bi têkoşîna niştimanî ya hevpar dûrî berjewendiyên partîtî yên teng.

Her wiha nemeyek vîdyo ji hêla Fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê jî hat guhdar kirin, tê de li ser geşdanên meydanî û leşkerî li ser asta Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina Tirkiyeyê ji navendên xizmetê hat behs kirin, her wiha armanca wê ji bo valakirina herêmê û koçberkirina şîniyan ji bo karibe herêmên din dagirbike, wekî din got ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina herêma Kurdistanê ye jî ne tenê rojava, û hewil dide ku herêmê gav bi gav dagirbike, û banga pêwistiya hevgirtinê kir di navbera hêza Kurdistanî û aliyên siyasî ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanî yên xizmeta berjewendiyên hevbeş yê gelê kurd dike.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Partiya Yektiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê Dr.Cawîdan Kemal li ser helwesta PYD ji êrîşên domdar yên li ser rojava û başûrê Kurditanê axivî û tekez kir li ser giringiya yekbûna nêrînan di navbera aliyan û hêzên Kurdistanî de û kar bikin li ser kordîasyona hevbeş û li dar xistina hevdîtinan di navbera van hêzan ji bo li hember pirsgirêkan û li hember pilanên ku hebûna kurdî hedef digre bisekinin.

Ji aliyên xwe ve beşdaran pêşîniyarên xwe ji bo qonaxa bê pêşkêş kirin, pêşîniya ev in:

-Avakirina komîteyeke kordînasyona Kurdsitanî ji nûnerên hêzên hazir ji bo şopandina li dar xistina hevdîtinan.

-Şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser rojava û başûrê kurdistanê.

-Şermezarkirina êrîşên Îranê li ser başûr û pitgiriya şoreşa gelê kurdî li Rojhilat.

Back to top button