ManşêtNûçe

(NRLS) komxebata “nakokiyên kurdî-kurdî” li Qamişlo organîze dike  

Îro roja Şemiyê çalakiyên komxebata “Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî, pirsgirêk û çareserî”, li bajarê qamişlo ya ku navenda NRSL organîze kiriye destpê kir, bi tevlîbûneke mezin ji berpirsyarên partiyên siyasî ya kurdî, û kesayetên kurdî civakî, rewşenbîr û hiqûqnas.

Di destpêka komxebatê de endamê navenda (NRSL) Rakan Şêxî axivî û bi xêr hatina beşdaran kir, Şêxî bal kişand li ser hewildanên dewletên dijminatiya doza kurdî dikin di der barê di derxistina nakokiyan di navbera aliyên kurdî de, û girtina rê li pêşiya bidestxistina Yekîtiya Kurdî di der barê dîrokê.

Şêxî tekez kir ku dijminên gelê kurd herdem xwedispêrin li ser naokiyan, û xurtkirina wê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe yên kesayetî li ser hesabê vî gelî, Şêxî wiha domand: “Em bi rêya vê komxebatê dixwazin van nakokiyan û rewşa Kurdan û Kurdistanê guftûgo bikin û bi rêya pêşkêşkirina nêrînên cuda, bigihêjin nêrîneke kurdî ya giştî û nîştimanî.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeoyekê tev li komxebatê dibe.

Tê payîn ku komxebat li ser 3 beşan bidome.

Li gorî bernameya komxebatê, di beşa yekemîn de dê raporek der barê nakokiyên kurdî-kurdî de were pêşandan. Lêkolîneke giştî girêdayî destpêkirina wan nakokiyan ji serdema 20`emîn û heta îro were xwendin, nexasim li Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Di beşa duyemîn de dê rewşa siyasî, civakî û pêvajoya ku tevgera kurdistanî tê re derbas dibe, xetereyên li dijî hebûna Kurdan bi taybet siyasetên dijber û guhertina demografîk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî herêmê tê kirin, werin nirxandin.

Tê payîn ku di beşa sêyemîn de jî pêşniyarên girêdayî çareseriyên stratejîk û nêrînên girêdayî pêşeroja doza kurdî di pêşerojê de, werin girtin.

Back to top button