Çalakî

Nivîsgeha rêxistinî ya PYD civîneke ji rêveberiyên nivîsgeha partiyê li Hesekê li dar xist

Hevseroka nivîsgeha rêxistinî Perwîn Yûsif, rêveberiya nivîsgeha rêxistinî ya meclisa Jin Zehra Semo û hevserokê nivîsgeha partiyê li kantona Hesekê Mustefa Ehmed beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre perspektîfên meclisa giştî ya nivîsgeha rêxistinî hate xwendin, mijarên wê ev bûn( rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rexin û rexindayîn, pêşîniyar, bername û pilanên kar).

Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin da ku perspektîfan gotûbêj bikin û nêrîn û pêşîniyarên xwe bidin.

Back to top button