ÇalakîManşêtPYD

Nivîsgeha Ragihandin û Lêkolînê ya PYD’ê li Helebê rêze civînan li dar dixe

Nivîsgeha Ragihandin û Lêkolînê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Helebê li ser “şerê taybet” rêzecivîn li dar xist.

Di civînê de endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk rêheval Emîn Elîko axivî û wiha got:

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku terorê sponser dikin, dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekarîn projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin, bi rêya derdorên çete, ajan û xayinan ve berê xwe dan şerê taybet, di vê dawiyê de jî kesayetên niştimanî ” Yûsif Gulo” yê ku di rêya parastina destkeftiyên gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de sembola niştimanperwerî û mezinahiyê bû, kir armanc.

Ji ber vê yekê divê em li hember planên Tirkiyê yên li ser herêmê pir hişyar bin.

Û wiha dewam kir: “Partiya Dad û Geşepêdanê ya faşîst a Tirk, medyaya civakî ji bo belavkirina fitneyê di nav gelên welêt de û her wiha bi rêya hin partiyên ku xwe kurd û sûrî bi nav dikin, bi kar tîne, lê di rastiyê de ew tenê amûr in di destên îstîxbarata Tirk ku bi “şerê taybet û propagandaya reş” hemû îmkanên xwe di şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan û gelên herêmê de dide meşandin.

Wiha lê zêde kir: Gelek rê û rêbaz ji bo vî şerê taybet hene, ku êdî ji ti kesî nayê veşartin, bi taybetî tiştên ku malperên torên civakî û sepanên wan şahidî dikin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Emîn Alîko jî wiha got: “Pêwîste her kes baldar be û hişyar be û nekeve nava vê zihniyeta faşîst a Tirk, berovajî vê em kampanyayên hişyarkirinê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê pêk bînin, em baldar bin ji kategoriyên temenî û ciwan rola xwe bilîzin di vê pêvajoya giring ji dîroka şoreşa me.

Back to top button