ManşêtNûçe

Nicholas Grainger: DYA bi tundî dijberî êrişa leşkerî disekine 

Nûnerê Amerîka yê payebilidn ê taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi tundî dijberî êrişa leşkerî ya ku îstîqrara jiyana civakan û malbatên li Sûriyê tevlihev dike, disekine û divê demildest werin sekinandin.”

Nicholas Grainger wiha domand: “Êrişa di rojên dawî yên li Sûriyê de xeternak in û nayên qebûlkirin, gefan li ewlehiya sivîlan, berpirsên Amerîka û hêzên leşkerî yên Amerîkayê dixwin, her wiha gefan li şerê li dijî DAIŞ′ê dixwin.”

Nicholas Grainger got: “Di êrişa dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, em sersaxiyê dixwazin û bi fikar in. Me gelek caran metirsiyên xwe yên cidî ji dewleta Tirk re der barê bandora êrişê li ser sivîlan û qelsbûna têkbirina DAIŞ′ê de eşkere kirin. Me dewleta Tirk agahdar kir ku mîna van êrişan pêk neyne, her wiha me agahî da şirîkê xwe yê Sûrî jî êrişan pêk neynin.”

ANHA

Back to top button