Ji bo mexdûrên êriş û komkujiyên ku li sahil û zirara dîtibûn di 17 ê adara bûrî de heyva sor a kurd û komek bi navê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi konvoyekê kirin û derbasî berava sûriyê bûn û di 11ê meha Nîsanê de bi dest konvoya duyemîn kirin Konvoya yekemîn ku ji 10 hezar paketên pêk dihat û li mexdûrên êriş û komkujiyên li peravê hat belavkirin.
Konvoya duyemîn a alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar pakêtan û alavên tenduristiyê û ard pêk dihat.
Necûd Faris endama insiyatîfa gel da diyarkirin ku ev sê rojin li bendî ne ku alîkariyan derbasî perava Sûriyê bikin lê komên kirêdayî ewlehiya gişîtî derbas nakin ji ber ku di navbera girûpên ewlehiya giştî û Emşatan de nakokêî derketina holê ji ber vê yekê alîkarî li ser riya Tebqayê ne niha bi hêviya ku werin derbas kirin.
Hêjayî gotinê Necûda Faris got: kirûpa ku bi navê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çûye bi israre alîkariyan derbas bikin û gelên Elewî biştgirbikin.