HevpeyvînNûçeXweserî

Na ji bo dagirkeriya Efrîn

Bi navê parêzerên herêma Cezîrê Xalid Omer ji malpera PYD ê re axivî li ser rewşa penaberên Efrîn û dagir kera Turk her wiha dadgeha navnetewî a kiriyar û tewanên şer.
Xalîd Omer got:ev civîna me ya parêzeran hatiye li darxistin ji bo ku em weke kesên hiqûqî wek kesên parêzer em bêjin Na ji dagirkirina Efrîn re, Efrîn îro roj ne tenê perçek ji Rojavayê kurdistanêye weke perçek ji Sûriya tê dagir kirin ev dagir kiriya han ji aliyê Dewlet Turk ne tenê perçek ji axa Sûrî parve dike dixe bin detshiladariya turkan de lê di heynî demê de guhertinek demixrafî ji herêmêre çê dikin, ev civaka han îro em dixwazin pirojek me têde hebe ku em idîhayekê li ser Dewleta Turk li pêşiya dadgehên navnetewî em deynin li ser masa wan û ji bo ku dengê xwe bigînin dunyayê ku ev lîstokên ku di serîde destê Rûsya jî têde heye ku wê Efrîn kir bazarê de di navbera xwe û turkan de Efrîn radestî Turkan kir ji aliyek din Dewleta Sûrî bi erka xwe ranebû paraestina sînorê welat nekir.
Her wiha Omer got:Em dixwazin vê nameyê bigînin hemî raya giştî li dunyayê ku ev degirkerî ber ku di hundirê vê dagir keriyê de ji bilî guhertina demikrafîk bajar wêran bûn xelkên sivîl bi sedan jiyana xwe jidest dan jin ,zarok em dikarin bêjin ku mafên mirovan bigiştî hat binpêkirin bi vê dagirkirina Dewleta Turk, em dixwazin dengê xwe bigînin rayagiştî bi riya MSD ê re ku îro rêvebertiya Bakurê Sûriyayê dike ku bidengek xurt û idîhetek cedî karê ku anha tê xwestin ku ev idîhayet bighêje dadgeha navnetewî ya cîhanê.
Omer ji bo kocberên Şehbayê wiha got:dema ku bajarek yan welatek tê dagir kirin di encamde kocberî çê dibe ew kocberî jî insan di aloziyekê de jiyan dikin ji 100/100 wê li aliyê ku hem em dixwazin dozekê li himber Dewleta Turk rakin pêre jî banga me ji civaka navnetewî ji saziyên mafên mirovan re heye ku xwedî li van kocberan derkevin ku wan bi aramî vegerînin cihê wan û ev guhertina demikrafîk ku çêbû ne gihêje serî her kes vegere cih û warê xwe em îro roj em dinerin ku di bin siya vê dagirkeriyê de û ew kesên ku ji derdora ŞAM anîn û li wêderê bi cih kirin.
Di dawiyê de Omer ragihand ku agahî ji mere hatiye ku ev kesên ji Xûtayê birine û li Efrîn bi cih kirin ew bixwe ne xelkê Xûtane di hunirê wan de ew kesên ku ji hemî bajarên Sûrî tevlî girûpên radîkal bûn ji Dêr Elzor hene ji Reqayê û Hemayê di bin siya ku derxistin lê Xûta û Dûma ew gundewarê Şamê derxistin û li Efrîn bi cih kirin di rastiya xwede pîlanik pir qirêj û gemar çê bû, em dixwazin dengê xwe ji vî aliyî jî bighînin civaka navnetewî ku him xwedî li kocberan derkevin û wan vegernîn cih û warên wan û biryarek navetewî derkeve ev degir kiriya ku li ser Efrîn were sekinan din Dewleta Turk ji Efrîn derkeve çeteyên xwe jê bikşîne, hêviya me heye ku raya giştî ya gelêrî li hemî derê dunyayê çavên xwe veke li ser rewşa Efrîn ev dagirkeriya ku tê kirin bibînin û şermezar bikin û bi rola xwe rabin wek mirov civak ku xwedî li Efrîn derkevin.

C. C

Back to top button