ManşêtNûçe

Mustefa Hemo: Efrîn bûye navenda perwerdekirina terorîstan

Di daxuyaniyekê ji malpera me re Mustefa Hemû endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, got: Efrîn bû navendek ji bo perwerdekirina terorîstan û cihek ji bo pêkanîna projeya dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê.

Wiha lê zêde kir: Ji destpêka ku Efrîn hatiye dagirkirina ji hêla dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê binpêkirinên wê berdewam in, ku gihaştiye sûcên şer û qirkirina komî, Hemo îşaret kir ku tiştê li herêma Efrîn pêk tê ji guhertina demografîk û avakirina avahîsaziyan ji bo çeteyan û malbatên wan re di xak û malên şêniyên Efrînê yên resen yên ku bi darê zorê koçberbûn û niha jî li kampên penaberan dijîn li herêma Şehbayê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê tenê qirkirina entîkî ye ku hemû zagonên navdewletî vî tiştî şermezar dike.

Hemo îşaret kir li ser raporên navdewletî di vî derbarî de û got: Tevî derketina raporên navdewletî ji rêxistinên mafên mirovan û komîteyên lêpirsînê yên navdewletî yên taybetî kar û barên Sûriya, û eşkerekirina tiştê ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk tîne li Efrînê û binpêkirinên wê ji hemû zagonên navdewletî, hîn jî ew sûc berdewam in û zêdetir dibe bê yî tu mihasebekirin.

Hemo wiha gotinê xwe berdewam kir: Der barê mehên dawî de li Efrîn û gundewarên wê operasyonên revandinê pêk tên, zêdetirî 200 kes di nav de jin û zarok hatin revandin li gorî rapora rêxistina mafên mirovan li Efrînê, her wiha destserkirin li ser zêdetirî 11 hezar darên Zeytonan li gundên Efrînê, wekî din avakirina avahîsaziyên nû li Çiyayê Hej Hesno li navçeya Cindêrsê, û avakirina dîwar di dirêjahiya 32 Kîlomitr di hundirê xakên Sûriyayê.

Hemo di dawiya axaftina xwe tekez kir û got: Dewleta Tirk û çeteyên wê çi bikin ji kiryarên terorîstan û binpêkirinan wê tu carî neghêjin armanca xwe û wê nikaribin vîna gel bişkînin, û em ê riya şehîdan bişopînin heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî û di destpêka wê de Efrîn.

Back to top button
Close