ManşêtNûçe

Muslim: Mukirhatinên Peker wê di koalîsyona 2014’an de parçebûnê ava bike

Îtîrafên serokê rêxistina mafyayê ya girêdayî dewleta Tirk Sedat Peker ên der barê mafia, dewlet, siyaset de berdewan dikin. Peker heya niha 9 video li ser Youtube belav kiriye ku ji aliyê mîlyonan ve tê temaşekirin. Îtîrafên Peker, di beşek ragihandina cîhanê de jî cihek mezin digre.

Li ser îtîrafên Sedat Peker, Salih Muslim, diyar kir ku ew bi armanca xirabkirina hevsengiyên desthiladaran li Tirkiyê ne û got: “Ger hilbijartineke pêşwext çêbibe bêgûman ev koalîsyon wê winda bibe ku ji ber wê naxwazin hilbijartin çêbibin ku hilweşandina xwe tê de dibînin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim destnîşan kir ku mukirhatinên Sedat Peker wê di nava koalîsyona 2014`an de li Tirkiyê ku li ser plana çokşikandinê avabûye perçebûnê ava bike.

JI OSMANIYAN HEYA NIHA BIKARANÎNA HÊZÊN VEŞARTÎ

Muslim da zanîn ku hêzên veşartî yên ku niha li Tirkiyê hene di dema Osmaniyan de jî hebûn û got: “Di dema Osmaniyan de hêzên ku di qirkirina Ermen, Pontus, Kurdan de hatine bikaranîn hêzên veşartîbûn û ev hêz, hêzên herî zalim bûn ku kesî nikarîbûye hesab ji wan xwestiba. Piştî ku komara Tirk ava bû careke din ev hêz hatin bikaranîn. Di bûyera Mistafa Sûphî, kuştina welatparêzan û kesên ku dixwestin guhertineke li Tirkiyê pêk bînin de li dijî wan her hêzên veşartî hatin bikaranîn. Piştî derbeya leşkerî ya 12`ê  Îlonê çêbû ev hêzên veşartî her çû zêdetir bûn. Li hember têkoşîna Kurdan hêzên wek JÎTEM hatin avakirin. Rexmî ku hemû cîhan ji hebûna vê hêzê agahdar e jî dewleta Tirk bi fermî behsa vê hêzê nake. Ji berê ve ev hêzên veşartî li Tirkiyê hene û dewleta Tirk her ew bi kar aniye. Ji ber ku di navbera Mehmet Agar û Sedat Peker de nakokî derketine niha Peker li xwe mikur tê.”

`EV MUKIRHATİN TENÊ DEWLETA TIRK ALEQADAR NAKE`

Muslim anî ziman ku, di her vîdeoyên ku Peker tê de îtîrafan dike gelek girîng in, lê li dijî vê dewleta Tirk xwe keer dike û got: “Di aliyê navneteweyî de bandora van îtîrafan heye ku dewleta Tirk bûye navenda hişbirê. Ev îtîraf navneteweyî ne ku tenê dewleta Tirk aleqadar nake. Kuştinên mirovan, bazirganiya hişbirê, revandin bi rêya çeteyan, MÎT, JÎTEM pêk hatine, eşkere dike. Yên ku dewleta Tirk niha hikûm dikin û siyasetê didin meşandin çete ne. Di êrişên li ser Kurdistanê de girêdayî aboriya dewleta Tirk gihiştiya asta hilweşandinê.Ew tiştên ku salên 96`an di dema Tansu Çîler de dikirin careke din dikin. Ev madeyên hişbir yên ji Arjantînê, Venezûela tên Tirkiyê li ser hesabên çeteyan e ku şerê li dijî Kurdistanê finanse dikin.”

`MUKIRHATİNÊN PEKER KÊM IN`

Muslim bal kişand ser bazirganiya bi madeyên hişbir, fînanskirina çeteyan û ev tişt anî ser ziman: “Ev saziyên ku bi Gladyo û mafyayê ve girêdayîne ji bo ku hin bajarên Tirkiyê û civaka Kurdistanê xirab bikin madeyên hişbirê bi kar tînin. Yek ji armanca wan a sereke jî ew e ku bi van madeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakê bê îrade û bêtêkoşîn bihelin. Ji bo vî ciwanan hedef digirin û bi civakbûyînê dilîzin. Divê gelê me li dijî vê gelekî hişyar be.

SADAT ji aliyê Erdogan ve hatiye avakirin. Tanriverdî jî dostê Erdogan e. Tiştên ku Peker îtîraf dike kêm in. Bi rêya dewleta Tirk çek ketin destên DAIŞ û El-Nûsra. SADAT di kirîn û firtotina van çekan de cih digire û têkiliyan wan bi mafyayên navneteweyî re jî heye.”

`MUKIRHATİN KOALÎSYONA 2014`AN WÊ PERÇE BIKE`

Muslîm diyar kir ku koalîsyona 2014`an ya AKP/MHP, Dogu Perînçek, Ergenekon giştî li ser plana çokşikandinê avabûye, wê mukirhatinên Peker di vê koalîsyonê de perçebûne ava bike. Muslim ev koalîsyon mîna mekîneya şer pênase kir û wiha got, “Kengî şer bisekine wê ev koalîsyon jî hilweşe. Ji ber ku li ser şer û tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Ez texmîn dikim ku mukirhatinên Peker dê di nav vê koalîsyonê de nakokî çêbike. Ev makîneya şer nikare berdewam bike. Ger hilbijartinek pêşwext çêbibe bêgûman ev koalîsyon wê winda bike. Ji ber wê jî AKP/MHP naxwazin hilbijartin çêbibin. Em jî hêvî dikin ku gemarên wan hîn zêdetir derbikevin pêş.”

`TIŞTEK DI DESTÊ WAN DE NEMA YE`

Muslim der barê armanca mukirhatinên serokê mafyayê ya girêdayî dewleta Tirk Sedat Peker de got: “Ev mukirhatin li ser armanca xirabkirina dengeyên desthilatdarên li Tirkiyê ye. Ji 2015`an ve heya niha dewleta Tirk tu caran ji siyaseta navneteweyî re rêz nîşan nedaye û hemû pîvan binpê kiriye.  Çete şandin Azerbaycan, Somalî û Lîbyayê. Ji ber wê êdî civaka navneteweyî jî vê siyaseta dewleta Tirk re tehamûlê nake û wê sînorekê jê re deyne. Desthilatdariya dewleta Tirk gihiştiye dawiyê ku tiştek di destê wê de nemaye. Hem rewşa aboriya wan gelek xirab in hem jî di asta navneteweyî û dîplomasî de gihiştiye îflasê.”

ANHA

Back to top button