ManşêtNûçe

Muslim: Divê gelê kurd bi hişmend û ruhê yekitiyê tevbigere  

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim daxuyaniya “gef û êrişa nû” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê da û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin, ji Mezopotamya re axivî.

Muslim diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava demek dirêje didomin û wiha got: “Berê jî gefa êrişan hat xwarin. Konjonktura siyasî li dijî Tirkiyeyê ye. Ji ber ku AKP di siyaseta navxweyî de xetimiye, dixwaze êrişî kurdan bike û nefesê bigire. Niha koalîsyonek şer û faşîzmê li ser îktidarê ye. Dibêjin qey şer çiqas kûr bikin wê ewqas li ser pêya bimînin. Em neçarin li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin. Em gefên wan bi awayek cidî li ber çavan digirin. Ji bilî berxwedanê jî tu rêyek li pêşiya me nîne. Em neçarin li dijî êrişan tevdîrên xwe bigirin. Em naxwazin êriş pêk werin. Dema şer were ber deriyê me jî em ê parastina xwe nîşan bidin. Ev êrişên muhtemel ji bo hilbijartina 2023’yan e. Dixwazin bi şer di hilbijartinê de bi ser bikevin. Heke ev alozî pêk were dê hilbijartinê li paş bixin û da ku bi ser bikevin. AKP bi şer dixwaze temenê xwe dirêj bike. Belkî dixwazin bingeha vê amade bikin.”

HÊZÊN GARANTOR

Muslim anî ziman ku tu guhertinek di pozîsyona hêzên garantor ên li herêmê de nîne û wiha axivî: “Hemû hêzên li herêmê diyar dikin ku ew êrişan naxwazin. Her kes di wê ferqê de ye heke êriş pêk werin dê DAIŞ’ê xurt bike. Hêzên garantor dibêjin ku êrişek muhtemel dê xizmeta terorîzmê bike. Bajar û deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de mafê mirovan tê binpêkirin, li wan herêman guhertina demografik pêk tînin. Heta îro welatek ji bo Tirkiyeyê tiştek negotiye. Çi dikin, çi dalan dikin, kî dikujin ji wan re dimîne.”

‘DIVÊ TIRKIYE JI NATOYÊ BÊ DERXISTIN’

Muslim bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê ya ku naxwaze Swêd û Finlandiya bibin endamên NATO’yê û wiha got: “Tirkiye di mijara Finlandiya û Swêdê de bi awayek fersend tevdigere. Ev lîstikên Osmanî ne. Siyaseta şantajê dikin. Heta îro viya her tim dikin. Hemû şantajên ku kirine ji wan re maye. Gefê li her kesî dixwe. Niha ketiye pozîsyona navenda bêîstîkrariya li Rojhilata Navîn. Tirkiye ketiye rewşa navenda terorîzmê û viya di bin banê NATO’yê dike. Di hemû êrişên xwe de piştevaniya xwe ji NATO’yê digire. Niha jî dîsa şantajê dike. Divê êdî NATO ji Tirkiyeyê re bêje bes e û divê Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin.”

‘TIRKIYE BAZIRGANIYA TERORÎSTAN DIKE’

Muslim da zanîn ku Tirkiye li bajarên ku kontrol kiriye de çeteyan têdigihîne û wiha berdewam kir: “Çete li wan deveran û kampan tên perwerdekirin. Ev ji berê ve tê zanîn. Ev li ser axek didin şerkirin. Wan deveran kirine navenda terorîzmê. Tirkiye bazirganiya terorîstan a sînor dike. Wan digire û perwerde dike. Pişt re jî dişînin welatên din. Ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin. Niha êrişek bibe wê dîsa wan bikar bîne. Lîderên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Lîderê nû yê DAIŞ’ê jî dibe ku li cihek di kontrola Tirkiyeyê de be. Belkî niha li Enqereyê belkî li Dîlokê be jî.”

‘KOZÊN XWE DAWÎ BIKAR TÎNIN’

Muslim destnîşan kir ku gelên herêmê dê li dijî êrişên muhtemel axa xwe biparêzin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê herêmê her tiştî dibîne û şîrove dike. Êdî gel polîtîk e. Êriş pêk werin dê gel li ber xwe bide. Heta niha li dijî gundan gelek êriş pêk hatin. Lê xelkê me yê gundan qet dest ji axa xwe berneda, terk nekir. Şerê li Rojava ne şerê li dijî gelê Rojava ye. Ev şerê Tirkiyeyê ku li dijî gelê kurd dike ye. Dewleta tirk hebûna xwe di tunekirina kurdan de dibîne. Êrişên niha li ser axa başûrê Kurdistanê pêk tê û êrişên li dijî Rojava ji hev ne cuda ne. Divê gelê kurd bi hişmend û ruhê yekitiyê tevbigere. Niha pêlek mezin a êrişan heye û ji bilî vê tu çareyek di destê wan de nemaye. Li her deverê şer berfireh dikin û kozên xwe dawî dileyîzin. Her kesê ku bi faşîzmê re tevdigere, dê têk herin. Her kesê ku têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re hene, heke têkiliyên xwe qut bike dê ji bo wan baştir be.”

Mezopotamya 

Back to top button