ManşêtNûçe

MSD’ê komkujiya li Şamê şermezar kir

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî komkujiya li taxa Tedamun a Şamê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Şerê li Sûriyê, sûrî xistin tuneke tarî ku di serdema heyî de mîna wê li cîhanê çênebûye. Bi vê  yekê gelê Sûriyê bûye qurbanê nakokiyên li ser desthilatdarî û hevbendiyên tayîfî û mezheb ku ajnîdeyên derve pêk tînin. Ev jî bû sedema herkîna xwînê û komkujiyan ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ne. Ev yek di dîmenê komkujiya li taxa Tedamun de eşkere bû ku ji ber hovîtiya vê sûcê cîhan şoq ma. Bi xwîneke sar 41 sivîlên çavên girtî bi guleyan înfaz kirin û cenazeyên wan hatin şewitandin. Herî kêm mirov dikare bêje ku hovane ye.

Dîmenê vê komkujiyê bi dehan komkujiyên ku li dijî sûriyan ji hêla aliyên bi nakok ve hatine kirine, tîne bîra me û heta niha sûcdarên wê nehatine darizandin. Mîna komkujiya li ser rêya M4 e ku siyasetmedar û afrînera aştiyê Hevrîn Xelef û ajokar û hevalên wê bi xwîneke sar û bi awayekî hovane hatin qetilkirin. He wiha sûca lîstina bi cenazeyê Barîn Kobanê bû ku li pêşiya kamereyan laşê wê hate parçkirin. Tişta ku van sûcan digihîne hev ew e ku sûcdar karîn bi cesaret û jixwebarî li kamereyan binêrin mîna ku ji cezayan natirsin. Ji ber ku hene yên ku parastina wan bikin û bihêlin ku van komkujiyan pêk bînin.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk ji ber dîmenên ku ji komkujiya li taxa Tedamumê belav bûne, acizbûna xwe nîşan didin û em bang dikin ku sûcdaran sewqî edaletê bikin. Her wiha em banga avakirina komîteyek lêkolînkirina sûcên li dijî sûriyan dikin. Heger hinek sûc eşkere bûn, bi teqez bi dehan komkujiyên din li girtîgehan de hatine kirin, lê nehatin belgekirin.

Em diyar dikin ku bêyî darizandina sûcên şer û diyarkirina çarenûsa girtî û windahiyan, çareseriyeke siyasî pêk nayê.

Heger ev sûcanan, nemaze  yên ku bi mebestên mezhebî, neteweyî û olî derdikevin neyên şermezarkirin, ne pêkan e ku welatek li ser bingeha hemwelatîbûna rasteqîn were avakirin û nasnameya sûrî ji bo me hemûyan ku nasnameya gerdûnî û serekî be.

Em ji qurbaniyan re dilovaniyê dixwazin û ji malbatên ku çarenûsa windahiyên xwe di dîmen de nas kirine, sebir û aramiyê dixwazin.

Em MSD’ê hemû binpêkirin û sûcên ku li dijî  sûriyan têne kirin belge dikin û pêşkêşî aliyên navneteweyî yên têkildar dikin da ku sûcdaran darizînin. Di hemû çalakiyên xwe de em banga eşkerekirina çarenûsa windahî û girtiyan dikin. Her wiha banga avakirina dadgeheke adilane ji sûcdarên şer dikin da ku cezayê xwe bistînin. Em banga avakirina sûriyeke bê tundî dikin ku rêzî ji yên din re bigre û li ser esasê hezkirin û aştiyê be.”

ANHA

Back to top button