ManşêtNûçe

​​​​​​​MSD: Gefên Erdogan li ser siberoja herêmê û ewlehiya herêmî û navneteweyî xeter in

Îro Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên pêkanîna êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek da.

MSD`ê destnîşan kir ku di bin bihaneya avakirina “herêmeke ewle” ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê û vegerandina penaberên sûrî de, wekî her carê Erdogan gefa operasyona leşkerî li Bakurê Sûriyê xwar.

MSD`ê teqez kir ku gefa dewleta Tirk serdestiya Sûriyê dike armanc û gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyê û jihevxistina tevna civaka Sûriyê dixwe. Di berfirehiya daxuyaniyê de hat gotin: “Hewldanên bihckirina sûriyan li herêmên ne yên wan piştî koçberkirina şêniyên resen ên bakurê Sûriyê, armanc jê guhertina demografiya herêmên Kurdan e. Ev yek li dijî biryara navneteweyî (2254) ya têkildarî vegera penaberan e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nexasim ku 30 kîlometreyên ku Erdogan behsê dike, cihê gelek pêkahteyên wekî Kurd, Suryan, Êzidî, Ermen û Ereb e. Li wê herêmê her wiha girtîgehên DAIŞ`ê û malbatên wan hene.”

MSD`ê her wiha diyar kir ku dewleta Tirk tevî komên sûrî yên alîgirên wê tu herêmên ewle li Efrîn, Idlib, Girê Spî, Bab û Serêkaniyê ava nekirin, berojvajî binpêkirin û sûc li dijî şêniyên resen pêk anîn û sûrî wekî çete di şerên xwe yên derve de pêk anîn. MSD`ê got, “êdî diyar e ku dewleta Tirk aramnc dike îmaretekê ava bike tê de hemû tundrawan û serçeteyên wan kom bike, bi wê yekê dê bakurê Sûriyê bike stargeha hemû alîgirên xîlafeta îsalmê. Bi taybet herêmên Bakur û Rojihilatê hîna jî bi xeteriya vegera DAIŞ`ê re ye û şaneyên vê rêxistina terorîst li vê herêmê çalak in. Beriya çend mehan DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kiribû, armanc ji operasyonê rizgarkirina malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê bû, ku nêzî 60 hezar lê bi cih dibin û serweriya li ser herêmê û komkirina tundrawan bû.”

MSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de teqez kir ku gefên dewleta Tirk xeteriyeke cidî li ser siberoja herêmê û aştiya herêmî û navneteweyî çêdikin û pê re dê hemû hewldan û xebatên têkoşîna li djî terorê vala derkevin û wiha pê de çû: “Her wiha xeteriyeke cidî li ser pêşeroja çareseriya siyasî li Sûriyê çêdike û armanc dike ku terorîst û tundrawan di aliyê jeo-siyasî di bin navê opozîsyonê de xurt bike û bi wê yekê wan beşdarî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyê bike.

Em her operasyoneke leşkerî ya muhtemel şermezar dikin. AKP`ê hewl dide hewldanên aramiyê li Sûriyê û xebatên navneteweyî ji bo istiqrarê, asteng bike. Welatên beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bûne xwedî berpirsiyariyeke sereke ne û dikarin rê li destwerdana Tirkiyê bigirin, ku dê bi xwe re karesatên mirovî, koçberî, qirkirina etnik û di serî de li dijî Êzidî, Xiristiyan û Kurdan bîne.

Em bang li civaka navneteweyî û NY`yê dikin ku cidî nêzî gefên Tirkiyê bibin, bi lez destwerdanê bikin û helwestên xurt û bi hêz nîşan bidin da ku xeyalên mayî yên sûriyan ji bo pêkanîna çareseriya siyasî biparêzin. Her wiha em bang li gelê Sûriyê û nûnerê wî dikin ku berpirsiyariya nîştimanî di ser berjewendiyên siyasî re bigirin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê esas bigirin.”

ANHA

Back to top button