ManşêtNûçe

MSD: Bang li gelê Sûriyê kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji xwe re bikin nimûne

Îro salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Pêkhateyên herêmê bi vê şoreşê gelek destkeftî bi dest xistin. Bi vê boneyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da. MSD’ê destnîşan kir ku bi hatina salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê re qonaxeke nû ya têkoşînekê dest dike da ku parastina destkeftiyan bê kirin.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Îro salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Em derbasî qonaxeke têkoşîneke nû dibin ku parastina destkeftiyên vê şoreşê di aliyê leşkerî, aborî, siyasî û saziyan de bikin.

Em wek MSD ji berê de tê dikoşin da ku çareseriya demokratîk li Sûriyê pêk bînin lê aliyên din ên şer dikin, heta niha çareseriya demokratîk red dikin.

Di navbera muxalefet û deshilatê de şerê Sûriyê didome. Lê vê carê ji bo xaka Sûriyê ye. Lê belê bû tişteke nebaş ji gelê Sûriyê re. Van aliyan gelê Sûriyê kir çeteyên ku ji bo berjewendiyên hêzên herêmê û navneteweyî şer dikin, destpêkê ji Lîbya, Yemen û heta Azerbeycanê.

Bi saya vê şoreşê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda bû. Tevî kêmbûna derfetan lê gelek destkeftî hatin bidestxistin. Di aloziya aborî de saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser barê welatiyan bi rêya gelek tedbîran, sivik kir.

Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî pêşengiyê ji şoreşê re dikin, tevî hemû sûcên li dijî jinan, nemaze ya li dijî siyasetmedar Hevrîn Xelef pêk hatiye, lê dîsa jî jinan israra xwe xurttir kir.

Ev tedbîr, serkeftin, derketina ji aloziyên aborî, ewlehiyê, tenduristiyê yên di encama Koronavîrusê de rû dan, hişt ku hin aliyan xwest van serkeftinan derbe bikin û bi firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê êriş kir, her wiha bi rêya avê xwestin şerê gelê Sûriyê bikin. Di vir de der barê helwesta hikumeta Sûriyê û Rûsyayê de ji van hewldanan re pirs derdikevin holê.

Divê em berdêlên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava QSD`ê de dane, bi bîr bixin, ji ber berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, li dijî terorê, fikrên radîkal şer kirin û parastina nirxên jiyana hevbeş kirin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê di aliyê siyasî de li ber xwe da, lê belê di aliyê rêvebirinê û leşkerî de jî li ber xwe da û paşê şoreşa çandî, aborî, civakî jî xwe da der û hêviyên gelê Sûriyê bi cih kirin, ji ber ku gelê Sûriyê ji beriya 9 salan ve serî hilda û bi armanca pêkanîna Sûriyeke demokratîk, pirreng tê koşiya.

Li ser vê rêgezê hîn jî şoreş berdewam e û erkeke mezin dikeve ser milê me, her wiha bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku xwe tev li kar û xebatê bikin û hevrûkirinê di navbera serkeftinên vê şoreşê de bikin û di navbera rewşa herêmên din de û bang li her kesî dikin ku li dijî hewldanên dagirkirina xaka Sûriyê bisekinin.”

ANHA

Back to top button