ManşêtNûçe

Mîthat Sancar: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan daxuyaniyên Kiliçdaroglu yên derbarê pirsgirêka kurd û HDP’ê de erênî dîtine û got: “Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek nayê paşguhkirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bersiv da daxuyaniya “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêwîstiya me bi organek meşrû heye. Em dikarin HDP’ê wekî organek meşrû bibînin” a Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî bersiva Kiliçdaroglu dabû û gotibû “Navnîşana çareseriyê Îmralî ye.” Li ser vê daxuyaniya Temellî nîqaş hatibûn destpêkirin. Mîthat Sancar li ser vê yekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbarê nîqaşên ku dest pê kirin de axivî.

Sancar diyar kir ku wan daxuyaniya Kiliçdaroglu ya beşa têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd û HDP’ê erênî dîtine û wiha got: “Eger em aştiyeke mayînde dixwazin, pêwîstî bi lihevkirin û meşrûiyeteke berfireh a civakî heye. Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin.”

‘DIVÊ ROLA ÎMRALIYÊ NEYÊ PAŞGUHKIRIN’ 

Sancar destnîşan kir ku lê belê di pirsgirêka kurd de aktorên din jî hene û got: “Ne nêzîkatiyek realîst e ku meriv bi paşguhkirina van aktoran rêbaza yekgirtî biafirîne. Tirkiyê berê vê rewşê dît. Di sala 2009’an de, di navbera 2013-15’an de ev rewş qewimî. Ger hûn ji min bipirsin, nîqaşa li ser rola İmraliyê mijarek e ku divê ji zû ve bihata çarserkirin. Di vî warî de wê rola Îmraliyê jî hebe. Di vî warî de rol û mîsyona Îmrali ya berê jî tê zanîn.”

Sancar wiha got: “Niha anîna rola Îmrali û HDP’ê ya li dijî hev, nêzîkbûna pirsgirêka kurd bi tevahî zehmet dike. Bêguman, HDP amade ye ku rola aktorê siyasî û hêza xwe ya civakî heya dawiyê hem ji bo muxatab û hem jî ji bo çareseriyê bikar bîne.”

Back to top button