ManşêtNûçe

Miles Ceggins: Divê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê “QSD” ye 

Di civînek çapemeniyê ya hevbeş bi berdevkê raghandinê yê  Hêzên Sûriya Demokrat Mustefa Balî duh li bajarê Hesekê li dar ket, berdevkê Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serheng Miles Ceggins raghand li ser bidawîbûna karê wî, bi berdewamiya piştgiriya wan ji Hêzên SûriyaDemokrat, QSD.

Miles Ceggins wiha dest bi axaftina xwe kir: Ev civîna min ya çapemeniyê ya dawî ye wekî berdevkê leşkerî yê koalîsyonê.

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Miles Ceggins wiha got: “Beriya 6 salan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) hate damizrandin. Ji 10`ê Îlona 2014`an de me 7 milyon mirov û 110 hezar km2 erdên dagirkirî, rizgar kir.”

Miles Ceggins piştrast kir ku dê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ye û got: “QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û DAIŞ têk bir.”

Ceggins wiha lê zêde kir: “DAIŞ`ê zirar da malbat û hevalên we. Hinek ji we jî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta El-Esed û şerê wan li dijî sivîla, xwedî birînên kûr in.”

Ceggins li ser navê baregeha Koalîsayona Leşkerî ya têkbirina DAIŞ`ê soza da ku dê berpirsiyarên xwe li dijî şêniyên herêmê pêk bînin û dê koalîsyon beşdarî perwerdekirina hêzên antî teror bibe, ku fermandarên DAIŞ`ê di çend mehên dawî de li ser destê wê hêzê hatibûn tunekirin.

Miles Ceggins di dawiya axaftina xwe de got: “Em bi QSD`ê re hevkar in û heta tunekirina DAIŞ`ê bi temamî em ê piştgiriya QSD`ê bikin. Her wiha ji bo xurtkirina ewlehiya sînor û pêşîgiritna derbasbûna DAIŞ`ê di sînorê Sûriyê-Iraqê re, em bi hêzên Iraqê re kar dikin.”

Back to top button