Kurdyar Dirê`î
Çavê her kesî li ser xezaye, ne ku bajarekî an jî doza miletekî ye û rastî êrîşên giran tê , lê belê têye nerîn di derbarê avabûna rojhilateke navîn nû de ku têye sazkirin , nerîneke ne ji rêzê li şerê di nava wê de têye meşandin têyê nêrîn, guman û texmînên mîna ku piroje û planin têne birêvebirin,ne tenê li ser doza felestînîye. her wiha rojhilata navîn bi giştî li xwe digire, û her kes dixwaze tê bighêje ka çi piroje û plan hene û rewşa rojhilata navîn ber bi kuve dire? Bê guman doza filestînî, dozeke serekeye ji îsraîlê re û berdewamiya vê dozê dê tucarî îsraîlê aram neke û rê li ber veneke ku serkêşiya rojhilata navîn bike, lewra pêwiste ji israîl re vê dozê bi çi rêbazî be çareser bike, lê çareseriya vê dozê jî ne tenê girêdayî îsraîlê ye, her wiha girêdayî hêzên navnetewî, herêmî û hundirîne, lewra girêbesteke aloze, Ji avabûna dewleta îsraîLê di 1948 de, îsraîlê hewildana tesfiya vê dozê kiriye û hemî peyman û lihevkirinên ku di derbarê vê dozê de hatine kirin jî çareserî bi xwe re ne anîne, lê weke em dizanin rewşa cîhanê di dema îro de ne rewşa cîhanê ya beriya şerê okraniya û rûsiya, her wiha derhatina şerên di rojhilata navîn de li pey geşedanên ku bi navê buhara Erebanve hatiye pênasekirin de ye ,sîstema cîhanê têye guhertin an jî li ber guhertinê ye û sîstema yeklotke ya ku Emerîka bi rêve dibir li ber metirsiya têkçûnê ye û sîstemeke pir lotke hevbeş bi Emerîka re ku çîn û rûsiya li ser dixebitin li ber avakirinê ye heger Emerîka û nato şerê xwe yê bi wekaletê li okraniya ku dide meşandin ji armanca têkbirin anjî lawazkirina rûsiya vegere û du lihevkirinekê de şer rawestînin, her wiah heger israyîl di rastiyê de armanca wê bi tenê xeza an jî hemas be û Hemas ne xeleka yekemîn be di armanckirina rêze hêzên ku navê (Eksena berxwedanê) li xwe kirine,lê diyare ku ne şerê bi rûsiya re ber bi rawestandinê ve dire û nejî israîl imkana firehbûna şerê xwe ji derveyî xeza redkiriye, lewra em di serdemeke veguhêz de ne û di vê serdema veguhêz de wê pir şer, nakokî, tevlihevî rû bidin û rojhilata navîn jî yek ji deverên herî dinava vê serdemê de êşan dikşîne û wê bikşîne , ji ber ku ne tenê rûsiya, emerîka û çîn li ser rojhilata navîn hesaban dikin, her wiha tirkiye, îran, îsraîl, siûdî Erebistan jî weke dewletên herêmî yên serekene li ser rojhilata navîn hesaban dikin û xwedî pirojeyin cudane, di hin xalan de li hev dikin û di pir xalan de dijberî hevin, lewra hemî aliyên herêmî navnetewî diyar dikin ku ew naxwazin şerê hemas û israîlê ji çarçova teng ber bi belavbûnê de here, lê herdem daxwaz û rewşa li ser erdê li hev nakin, eger êrîşa hemasê ya di 7-10-2023 de li ser israîlê rakisyona hemasê li himber paşguhkirina doza filistînî be …wê şer fireh nebe û filestînî dê buhayeke mezin deynin, lê heger bûyera 7 cotmehê ji îsraîl û Emerîkave hatibe plankirin, hingê dê şer di nava sînorê israîl û xeza de nemîne û çawa ku buhara Ereban ji welatekî derbasî welatekî din dibû …her wiha şerê israîlê wê ji hemasê ber bi lubnan,sûriye û tehranêve jî here, lê heger bûyera 7 cotmehê li îran hatibe hazirkirin, bê guman wê îran ne bi tena xwe be wê rûsiya pêre be û ta astekê çîn jî û armanc ewe ku Emerîka neçarî derhatina ji sûriyê û mijûlî pir eniyan bikin, û helwesta Emerîka ya ta vê demê ku naxwaze Eniyan bi hev re gur bike… ta asteke mezin girêdayî hilbijartinên serokatiya Emerîka di 2024 de ye, ku di li pey hilbijartinan dê zelal bibe, gelo rojhilata navîn ya nû destpê bûye an na .an ku ji serdema veguhêz, cîhan dê derbasî serdema diyarkirina serkêşî an neserkêşiya Emerîka ji cîhanê re, her wiha rastiya pirojeyên mîna rojhilata navîn ya nû di rojhilata navîn de