ManşêtNûçe

Mîchel: Divê êdî vê lîstika Tirkiyeyê bi dawî bibe

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye di 10-11’ê Kanûnê de wê civîna serokên welatên Yekîtiya Ewropayê were lidarxistin. Beriya civînê Serokê Konseya Ewropayê Charels Mîchel diyar kir ku derbarê rojhilatê Behra Spî wê biryarekê bidin.

Di civîna çapemeniyê de li ser înternetê Mîchel qala vekişandina keştiya Orûç Reîs a Tirkiyeyê kir û got, “Divê êdî vê lîstika Tirkiyeyê bi dawî bibe. Me di meha Cotmehê de gelek nîqaş kir û pêşniyazên pozîtîf pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Lê piştre çi bû, me dît ku nirxandina me neyînî encam bûye. Hefteya pêş em ê dîsa vê meseleyê nîqaş bikin û biryarekê bidin. Em amade ne li dijî Tirkiyeyê amûrên di destê xwe de bi kar bînin.”

Wê di civînê de li ser zextên li ser Tirkiyeyê were sekinandin ku bi hewldana Fransa, Yewnanistan û Kibrisê hatibû kirin.

Di kulîsan de tê diyarkirinku Elmanya û Polonya xwe nêzî biryara zextan nake.

ANF

Back to top button