ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî: Hesekê, serkeftina Kobanê dubare kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyar kir ku hêzên wan li Hesekê bi têkbirina DAIŞ’ê, serkeftina Kobanê, dubare kir.

Li gorî malpera ROJnews, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, bi boneya salvegera heftemîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek da.

Mezlûm Ebdî wiha got:

“7 sal di ser rizgarkirina Kobanê re, serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞ’ê re derbas bûn. Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞ’ê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞ’ê, dîroka serkeftinê dubare dikin. Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in û sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞ’ê didomin. Ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê pêwîstî bi îstiqrara siyasî û aborî û erêkirina navneteweyî heye.”

Back to top button