ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî banga diyarkirina pêşeroja siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokeatîk (QSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew herdem bi ekîba berpirsyarên dosyaya Sûrî di rêveberiya Amêrîkayê de, her ên li bakur û rojhilatê Sûrî hene an jî yên li Dewletên Yekîbûyî, têkildarin.

Mezlûm Ebdî vê yekê ji “dengê Amerîkayê” re dibêje û hêvî kir ku Serokê Amerîka Joe Biden, şaşitîyên rêveberiyê ku berê hatine kirin werin rastkirin.

Ebdî îşaret kir ku ew hêvî dike sardana Dewletên Yekbûyî bike, û banga kongireya Amerîkî bicih bîne, ji bo dosyaya Kurdî veguhezîne Amêrîka, û rasteras bi berpirsyarên Amêrîkî nîqaş bike, da ku di dema bêş de bigihêjin çareseriyekê.

Di pirsekê de li ser pêwendiya QSDê bi hukûmeta Sûrî re, Ebdî got: Em naxwazin bi hukûmeta Sûrî re kêşe çêbibe, û em dixwazin nakokiyan bi diyalogê çareser bikin, bi awayek ku mafên gelê kurd û mafên pêkhateyên herêmê bi birêvebirina wê misoger bikin, lê zihniyeta rêjîmê hîn jî wekî berê ye, û ew dixwaze herêmê vegerîne berî sala 2011an.

Mezlûm Ebdê tekez kir ku pêdivî ye koalîsyon pêşeroja siyasî li herêmên bakur û rojhilatê Sûruyê bi rengekî ku baweriya mirovan zêde bike zelal bike, û tekez kir li ser girîngiya piştgiruya rêveberên sivîl li van herêman bi şiyanên pêdivî.

Back to top button