ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdê ji Al-Monitor re got: Hevsengiyên nû nahêlin Tirkiye ti şerî bike

Malpera Al-Monitor hevdîtinek bi fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (SDF) Mezlûm Ebdê re çêkir, malperê hevdîtin bi zimanî Tirkî belav kir, û ji hêla Navenda Kurdî ya Lêkolînan hat wergerandin bi zimanê Erebî.

Naveroka hevdîtinê wiha ye:

Al-Monitor: Erdogan dîsa gefan dixwe li dijî Rojava. Her roj nûçeyên ku hêzên çekdar ên Tirk dixwazin operasyonek nû li dijî Rojava pêk bînin tê. Bi rastî hûn difikirin ku xeterek wusa heye?

Ebdê: Berê Erdogan hewil dida ku berî her êrîşekî piştgiriyek navdelwetî bistîne. Her wiha tehdîd jî dikir, heta aniha jî wisa dike, û ew bi îsrare û wê îsrara xwe bidomîne jî.

Ez dibînim ku ew dixwaze atosferekê ji bo opersyoneke( Leşkerî) çêbike. Tevî vê jî rewş cuda ye ji demên berê. Hevsengî cuda ne. Di demên berê de lihevkirin bi Tirkiyeyê û hêzên navdewletî re tune bûn. Ne di dema dagirkirina Serê Kaniyê û ne dagirkirina Efrînê. Lê anha du lihevkirin hene. Lihevkirina Soçiyê di navbera Erdogan û serokê Rûsiyayê Vladimir Putin. Û lihevkirina Enqereyê bi Emerîkayê re- ji aliyê cîgerê serokê Emerîka yê berê Mike Pence ve hatiye îmze kirin. Bi dîtina min bêyî erêkirina Rûsiya û Emerîka Erdogan gaveke wiha navêje. Û bi qasî ku ez zanim erêkirin ji hêla her du aliyan tune ye.

Al-Monitor: Gelo Emerîka û Rûsyayê di vî der barî de garantî dane we?

Ebdê: Raste. Emerîka garantiyek wisa da me. Ji me re bi fermî het gotin” em li dijî her êrîşekî ne ji hêla Tirkiyeyê û em qebûl nakin”. Rayedarên Emerîkayê me bibîr anîn dema ku em bi wan re axivîn ji bo amborgeyê ku Kongreyê li ser Tirkiyeyê sepandine. Di civîna dawî de di navbera Edrogan û Biden, aliyê Tirkî hat agahdarkirin ji bo redkirina her opersyoneke li dijî me.

Her wiha ji me re hat gotin ji aliyê Rsûiya ku tu lihevkirinek bi Tirkyeyê re tune ye di vî warî de. Lê metirsiyên wan di êrîşeke nerasterats ji hêla Tirkiya hebû, di riya hêzên wê yên herêmî, hêzên çekdar yên di bin sîwana ku bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” tên nasîn, ji berdêla artêşa Tirkiyeyê. Êdî dema êrîşê jî hat diyar kirin “5’ê Mijdar” ya vê mehê, lê ew roj bê buyer hat derbas kirin.

Al-Monitor: Cihên muhtemel ên êrîşê çi ne?

Ebdê: Herêma Til Rifet, Serê Kaniyê, û Girê Spî. Weke min got êrîşa Tirk di van şert û mercan de ne mumkune. Her wiha Rûsan ji me re gotin ku wan ji Tirkiyê re ragihandiye ku e wê ti êrîşa li dijî me qebûl nekin. Tevî wilo jî ew nikarin tam pêşbînî bikin ku dê hêzên alîgirê Tirkiyê çi bikin, weke ku bibîranîn jî ew êrîşên wan hêzan jî li dijî me qebûl nakin. Lê gelo heta çi qas mimkun e rê li ber avêtina wê gavê bê girtin, cihê pirsê dimîne.

Al-Monitor: Tê xuya kirin ku helwesta wan cuda ye ji ya Emerîkayê?

Ebdê: Na. Ev mijar pir giringe û divê bi awayekî rast bê fêm kirin. Rûsan gortin ku ew ê qebûl nekin ku êrîşê me bikin, lê belê ev kom dikarin bêyî erêkirina Tirkiyeyê jî êrîşî me bikin. Ji bo me, em di wê baweriyê de ne ku eger Tirkiye rasterast tevlî êrîşê nebe, hêzên girêdayî wê nekarin operasyoneke wiha bikin.

Al-Monitor: Te got ku hevsengî cuda ne. Dînamîkên navxweyî yên li Tirkiyeyê jî cuda ne û Erdogan û AKP li Tirkiyeyê bi lez û bez populerbûna xwe winda dikin. Li gorî we Erdogan nikare operasyoneke leşkerî bike da ku balê ji aloziya aborî bikşîne, rojevê biguhere, heta hilbijartinê jî bi paş bixe?

Ebdê: Ez dibînim ku divê ew wisa neke. Lê li vir em bi Erdogan re rû bi rû ne, ev tê wê wateyê ku ew dikare vê yekê bike. Dibe ku ji bo helwesta xwe xurt bike li dijî me operasyoneke nû bide destpêkirin. Ji ber vê yekê em tehdîdên Erdogan cidî dibînin û hemû tedbîran digirin. Em weke ku operasyonek nêzîk heye tevdigerin.

Al-Monitor: Li Tirkiyê tiştekî balkêş qewimî. Partîya serekî ya opozisyonê, Partîya Komarî ya Gel, wek ku me di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de dît, bi Kurdan re ketîye nav diyalogê, heta bi tifaqeke nepenî, cara yekê şandeke bilind şand Herêma Kurdistana Iraqê berî demekê. Ya girîngtir jî, wî ji bo pêşnûmeya ku ji parlementoyê re hat pêşkêşkirin, ku tê de mayîna hêzên çekdar ên Tirk ji bo du salên din li Sûriye û Iraqê hate pejirandin, cara yekem got “na”.

Ebdê: Rast e cara yekem e protesto kirin. Lihevkirina li dora Erdogan paşve çû. Hevpeymaniya Partiya Dad û Geşepêdanê û Partiya Tevgera Neteweperest jî lawaz bûye. Her wiha em dikarin bibêjin ku dijberiya hêzên navneteweyî ya li hemberî operasyoneke bi vî rengî cesaret da CHP’ê. Bi baweriya min CHP jî xwe ji bo hilbijartinên pêşwext amade dike.

Al-Monitor: Mebesta te ew e ku Kurdan bîne aliyê xwe?

Ebdê: Raste, lê bi her awayî nîşaneke baş û gaveke girîng e. Çalakiya Partiya Gel a Komarî nîşan dide ku hevsengiyên di nava Tirkiyê de hatine guhertin. Ev jî dibe sedema geşbîniyê.

Al-Monitor: Hûn dixwazin şandeke ji Partiya Komarî ya Gel li vir vexwînin?

Ebdê: Çima na. Wê gaveke erênî be.

Al-Monitor: Rewşa aborî li Rojava her ku diçe xerabtir dibe ji aliyekê, ambargo û qedexe li aliyê din û şewba Koronayê û beriya her tiştî zuwabûn û kêmbûna ava vexwarinê ya ku ji ber Tirkiyeyê û metirsiyên xwezayî. Di bin van şert û mercan de gelo DAIŞ dîsa dikare cihê lingê xwe bibîne?

Ebdê: DAIŞ li seranserê Sûriyê hîn jî çalak e. Ev şert û mercên neyînî yên aborî bandorê li şerê me yê li dijî DAIŞ’ê dike.

Ji nû ve derketina DAIŞ’ê bi aborî ve girêdayî ye. Gelek kesên bêkar hene. Xizanî gelekî berbelav e. Ev faktor hemû desthilatdariya rêveberiya me qels dike. DAIŞ ji vê yekê sûd werdigire. Ji ber vê yekê hêzên koalîsyona navneteweyî ya li vir û hemû hêzên ku li dijî terorê şer dikin divê ji bo başkirina rewşa aborî gavên lezgîn bavêjin. Reforma aborî bûye stûna herî girîng a têkoşîna li dijî terorê. Em Hêzên Sûriya Demokratîk vê yekê bi awayekî vekirî tînin ziman. Ger em ê li dijî DAIŞ’ê şer bikin, divê em pêşîyî bidin Aboriyê.

Al-Monitor: Petrol çavkaniyeke girîng a dahata vê herêmê ye, lê rêveberiya Biden rê neda Kampaniya Delta ya ku we peymana hilberandin û firotina petrolê pê re heye, karê xwe bidomîne.

Ebdê: Mesele ne tenê Petrol e. Daxwazên me ne tenê Petrol e. Daxwaza me ew e ku tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ambargoyên Qeyser bê derxistin. Di vî warî de biryara fermî pêwîst e. Kesê ku bixwaze were vir û tevkariyê li aboriya me bike divê karibe were.

Al-Monitor: Bersiva rêveberiya Biden çi bû?

Ebdê: Helwesta wan heta niha erênî ye.

Al-Monitor: Çima tedbîrên berbiçav nînin?

Ebdê: Em li bendê soza wan in ku bi cih bînin

Al-Monitor: Rêveberiya Biden dixwaze ku hûn bi rêya Rûsyayê bi rejîmê re danûstandinan bikin. Gelek gotegot hene. Wek mînak tê gotin ku Aldar Xelîl çûye Şamê û tê gotin ku peyamên nerm gihandiye rejîmê. Bi rastî çi diqewime?

Ebdê: Heta niha tu kes ji bo danûstandinan neçûye Şamê. Di rastiyê de heta niha tu danûstandinên cidî bi Şamê re çênebûne. Tenê hin têkiliyên şexsî hebûn û ev hevdîtin nebû tu danûstendin.

Al-Monitor: Sedema sereke çi ye?

Ebdê: Rêveberiya Şamê ji vê yekê re ne amade ye. Li gel gotina wan ya ku dibêjin wê ne weke ya beriya 2011’an be, lê dîsa jî di heman fikrê de ne. Divê zext li wan bê kirin. Bi taybetî ji aliyê Şamê ve pirsgirêka baweriyê heye.

Al-Monitor: Gelo ew amaje dikin ku “pêşî qutkirina têkiliyên bi Amerîkayê re”?

Ebdê: Ev jî bi tevahî ne rast e. Dibêjin: Em dewlet di nava dewletê de naxwazin. Em artêşek di nava artêşê de naxwazin. Daxwazeke me ya wiha nîne. Projeya me Rêveberiya Xweser e û niha berdewam e. Ji bo destpêkirina muzakereyê di van mijaran de piştrastiyê dixwazin. Ji bo wan qutkirina têkiliyên bi Amerîkayê re ne pêşanî ye. Ne şert e. Şertên wan ên pêşwext yekîtiya Sûriyeyê ya ji hev nayê parçekirin, bilindkirina al, sînor, serokatî, serweriya wan e. Di van mijaran de ji me temînatê dixwazin. Em amade ne ku di van mijaran de temînatê bidin. Lê divê ji bo muzakereyên Rêveberiya Xweser a heyî jî amade bin.

Al-Monitor: Herêmên Erebî jî di nav de ye?

Ebdê: Daxwazên wan jî hene. Herî dawî ji bo wan herêman jî pirsgirêkên taybet hene. Me ew dever ji rejîmê nestendine, lê li dijî rejîmê serî hildan, piştre El Qaîde hat û piştre jî DAIŞ. Em çûn û me ew herêm ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Divê Sûriye bi wan herêman re jî bikeve nava danûstandinan.

Al-Monitor: Gelo Rûsya di xebatên xwe yên navbeynkariyê de dilpak e? An jî dixwaze hûn teslîm bibin û bi vî awayî para xwe ji petrolê bi dest bixin?

Ebdê: Têkiliyên me bi Rûsyayê re baş in. Di navbera me de peymaneke pratîkî heye ku ev du sal in di qadê de didome. Bêyî Rûsyayê ev ê bi ser nekeve. Bandora Rûsyayê li ser rejîma Şamê heye û ev yek pir girîng e. Ez dibînim ku Rûsya dikare bi bandortir tevbigere. Dikare zêdetir zextê li rejîma Şamê bike.

Al-Monitor: Çima wisa nake?

Ebdê: Em jî heman pirsê ji wan dikin.

Al-Monitor: Îran di van hevsengiyan de li ku ye? Di dawiyê de Îran li Sûriyê bû aktorek girîng û wek Tirkiyê li dijî destkeftiyên siyasî yên kurdan derdikeve. Ma wê beşek ji çareseriyê be?

Ebdê: Niha li ser vexwendina hikûmeta Şamê Rûsya bi fermî li vir amade ye. Ez difikirim ku diyarkerê sereke rola Rûsyayê ye. Ez wisa difikirim ku Rûsya dê di dawiyê de bigihîje riya ku em dixwazin. Bijarek din ya wê tune ye.

Al-Monitor: Lê têkiliyên wê (Rûsya) bi Tirkiyê re jî hene. Her wiha divê bi Tirkiyê re hevsengiyê biparêze, bi taybetî di derbarê Idlibê de. Weke hûn jî dizanin û li gorî senaryoya ku her tim behsa wê tê kirin, dê Rûsya di berdêla tawîzên ku Tirkiye li Idlibê bide, di derbarê we de tawîzan bide Tirkiyê.

Ebdê: Êdî ev ne mumkin e piştî anha. Tişta ku îro nû ye, Rûsya naxwaze Tirkiye zêdetir axa Sûriyê dagir bike, ev yek bi fermî ji me re dibêjin, û wan jî piştrast kir ku wan jî Tirkiyê ji vê yekê agahdar kiriye.

Al-Monitor: Li aliyê din geşedanên ku dibe ku bandorê li çarenûsa we bike hene. Hin welatên Erebî bi taybetî Misir û Îmarat dixwazin rejîma Esed careke din rewa bikin. Ew zextê dike ku Sûriya vegere Yekîtiya Ereban. Esed êdî dernakeve. Hûn bi vê ramanê re dipejirînin?

Ebdê: Ez bi te re me

Al-Monîtor: Hûn ji vê yekê bifikarin?

Ebdê: Ji bo me ne girîng e ku Esed bimîne yan biçe. Dibe ku ev ji yên din re girîng be. Ji bo me ya girîng dîtina çareseriyekê ji bo Sûriyê bi giştî û ji bo herêmên me ye. Ger ev çareserî bi Esed re be jî em ne li dijî wê ne û ev deh sal in helwesta me ev e.

Em amade ne ku bi kesên ku ji bo çareseriyê amade ne re rûnin. Di vê çarçoveyê de divê Emerîka cezayên heyî veguherîne amûrek ji bo çareseriya Sûriyeyê. Her kes dizane ku Esed nakeve. Divê armanca bingehîn a van cezayan bidestxistina çareseriyeke siyasî li Sûriyê be.

Al-Monitor: Li gor we stratejiyek Emerîka ji bo vê herêmê heye? Em dizanin ku niha xebat li ser tê kirin, lê hêj tu belge, plan û bername nehatine weşandin?

Ebdê: Ne xwediyê planeke tam e. Qe nebe wan ji me re behsa hebûna wê nekir. Lê belê polîtîkayên wan ên dewrî hene: têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Daxwaza me ya sereke ew e ku em ji hebûna Emerîkayê sûd werbigirin ji bo çareseriya li Sûriyê û li vir bimînin heta ku çareseriyeke siyasî pêk were

Û eger pirsgirêka hemû Sûriyê çareser nebe, pirsgirêka vê herêmê jî çareser nabe. Jixwe ev herêm beşek ji Sûriyeyê ye. Bêyî Şamê ne pêkan e. Zehmet e ku ev herêm bi tena serê xwe bêyî dîtina çareseriyekê li seranserê Sûriyê bijî.

Al-Monitor: Çare li ku ye? Li Cenevreyê an Astanayê?

Ebdê: Ev platform gav bi gav pêbaweriya xwe winda dikin. Di van operasyonan de her kesî hêviya xwe winda kiriye. Ez nafikirim jî ku encamek jê derkeve. Lê eger Amerîka, Rûsya û welatên Ereb jî bi awayekî cidî di navbera me û Şamê de navbeynkariyê bikin û di çarçoveyeke diyarkirî de rêkeftinek di navbera me û Şamê de çêbibe, dibe ku ev yek rê li ber çareseriyê li tevahiya Sûriyê veke. Ji ber ku di van deh salan de di rêya çareseriyê de bi van platformên heyî tu pêşketin çênebûye, em ji wan re dibêjin “Nêzîkatiyeke nû biceribînin”.

Al-Monitor: Hûn Îdlibê li ku deynin?

Ebdê: Ez difikirim ku piştî wê pirsgirêka Idlibê dê çareser bibe.

Al-Monitor: Tirkiye dê ji Sûriyê vekişe?

Ebdê: Ger gelê Sûriyê, hikûmeta wê û hêzên navneteweyî li hev bikin, Tirkiye neçar e vekişe. Eger hikûmeta Erdogan li Tirkiyê biguhere, bêguman ev yek dê bibe sedema vekişîna Tirkiyê.

Di dema heyî de hêzên navneteweyî û koalîsyon divê bi Rêveberiya Xweser a li vir çalak bin. Têkiliyên me yên niha tenê têkiliyên leşkerî ne. Xebatên ku ev rêveberî dike, weke rêveberiya civakî û aborî û rêveberiya girtîgehê, hemû rasterast beşeke ji têkoşîna li dijî terorê.

Bi gotineke din, Hêzên Sûriya Demokratîk ne tenê berpirsê şerê li dijî terorê ye. Ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweser, xurtkirina baskê siyasî û xurtkirina aboriyê pêwîste tevkariyê bikin. Divê êdî civaka navneteweyî di vî warî de siyaseta xwe biguhere. Di dawiyê de, mirov li vir li performansa vê rêveberiyê dinêre, ne tenê performansa wê ya leşkerî. Şerên mezin qediyan. Daxwaza me ya sereke ew e ku ev welat rêveberiya me nas bikin.

Al-Monitor: Gelo ev yek dê têkiliyên we bi rejîmê re bêtir asteng nebe?

Ebdê: Bi her awayî rejîm ti daxwazên me qebûl nake. Hebûna hêzên koalîsyonê li vir jî qebûl nake. Lewma ji bo me ne pirsgirêk e. Her ku hêza me ya siyasî û leşkerî zêdetir bibe, ew qas şiyana me ya danûstandinan bi rejîmê re zêdetir dibe. Em li ser çareseriyan disekinin. Ji ber vê yekê em nakokî di navbera daxwaza me ya naskirina navneteweyî û daxwaza me ya ji bo têgihîştina bi rejîmê re nabînin.

Al-Monitor: Bi rastî Emerîka ket qada siyasî. Sponseriya danûstandinên di navbera we û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kir, lê danûstandin rawestiyan. Çima?

Ebdê: Em wek navberekê bihesibînin. Em li benda cîgirê nûnerê taybet ê Emerîkayê bo Sûriyê David Brownstein in. Bi hatina nûnerê Emerîka re, em ê dîsa (danûstendinan) berdewam bikin.

Hin pirsgirêkên teknîkî hebûn. Ji ber Koronayê hevdîtin kêm bûne. Piştre di asta Başûrê Kurdistanê de pirsgirêk û nakokî derketin. Vê yekê jî bandor li rewşê kir. Di navbera PDK û PKK’ê de alozî derket. Vê yekê bandor li Rojava kir. Ez wisa difikirim ku Tirkiye naxwaze ev hevdîtin bi ser bikevin. Li dijî vê yekê derdikeve û bi zelalî radigihîne. Bi rastî hin hêzên din dixwazin danûstandinên me bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî re bi hin mercan ve girêbidin.

Al-Monitor: Mebesta we Partiya Demokrat a Kurdistanê ye?

Ebdê: Belê PDK.

Al-Monitor: Şertê PDKê çi ye?

Ebdê: Ez jî baş fêm nakim. Ji bo me yekîtiya netewî li ser asta Kurdistanê mijareke stratejîk e. Em ê ji bo vê yekê bikin. Em ê tevî hemû astengiyan û li gel dijberiya Tirkiyeyê jî li ser vê yekê israr bikin.

Al-Monitor: Gelo bêyî rêkeftina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li vir hilbijartin pêkan e? Ji ber ku em dizanin ku hûn dixwazin hilbijartinên şaredariyan li ser asta herêmî pêk bînin.

Ebdê: Emê Encûmena Niştimanî ya Kurdî vexwînin ji bo lihevkirinekê . Ger ev lihevkirin çêbibe helbet dê baş be. Lê di dawiyê de, em nikarin bêdawî bisekinin. Li vê herêmê -herêmên ereban jî di nav de- pêwîst e hilbijartin bên kirin. Armanca me ew e ku em di çaryeka yekem a 2022’an de vê yekê bikin. Em nikarin bêtir dereng bikin. Me ev herêm ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi taybet li Dêrezorê ev demeke dirêj e pirsgirêkên ewlehiyê hene. Zemînek ji bo hilbijartinan tune bû. Lê ev rewş nikare bi vî awayî berdewam bike. Divê gelê herêmê nûnerên xwe bi xwe hilbijêrin û rêveberiya wan ya taybet. Ev ji bo me pir girîng e. Dema me ev herêm rizgar kirin, em bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk vegeriyan. Me got “em ê rêveberiyê ji we re bihêlin”. Ji bo hilbijartinan rêya herî baş ev e. Niha li wir rêveber hene, lê bi rêya hilbijartinê nehatin. Hilbijartina vê rêveberiyê bi awayekî rewa girîng e.

Al-Monitor: Di demên dawî de li Rojava jî pirsgirêka gendeliyê derketiye holê. Em dizanin ku hûn bi taybetî ji vê yekê hesas in.

Ebdê: Rast e gendelî bûye pirsgirêk û ev jî rast e ku gel ji vê yekê nerehet in. Lêkolînên me yên di vî warî de berdewam e. Me bi hêzên xwe re bi hev re rapor amade kir. Me dest bi têkoşîna li dijî gendeliyê kir. Em rêyeke dûr û dirêj hatine.

Al-Monitor: Kesek hatiye girtin?

Ebdê: Bi dehan in. Yên ku mal û milkên giştî didizin, di nav rêveberiyê de jî hene.

Al-Monitor: Ev rêveberî bi îlhama Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, ne wisa?

Ebdê: Belê. Rewşa giştî ev e.

Al-Monitor: Parastina jîngehê yek ji stûnên girîng ên ramana Ocalan e. Lê belê li vir çop û çop gelek in. Ger Ocalan ev yek bidîta, bê şik dê pir hêrs bibûya. Çima hûn hewl nadin ku vê pirsgirêkê çareser bikin?

Ebdê: Ev kêmasiyeke cidî ye, rast e. Ji ber vê me di bûdçeya nû ya sala 2022’an de ji bo çareseriya pirsgirêka çop û bermayiyan bûdçeyek ji bo şaredariyan veqetand. Di dawiyê de, ew jî pratîkê dike. Berê her kes li vê herêmê pêşiya mala xwe paqij dikir û çopên xwe kom dikir. Ev çand populer bû. Şer gelek bedelên me dan. Her kesî bal kişand ser şer, û parastina jîngehê paşde ket. Meclîsên me yên herêmî û saziyên civaka sivîl dê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê alîkariya şaredariyan bikin.

Al-Monitor: Ji bilî şer, pandemiya Koronayê jî heye. Karbidestên tenduristiyê yên li vir gazinan dikin ku Neteweyên Yekbûyî dilgiran e ku di vî warî de piştgirî bide.

Ebdê: Bêdadî heye. Ji bo vê herêmê kotayeke veqetandî ya derziyê hebû. Lê derzîlêdan dê yan bi rêya Şamê yan jî bi rêya Iraqê, dergehê Tel Kocer (Deriyê Reîa) bên, ku Neteweyên Yekbûyî di vî warî de bi aliyan re li ser li hev kir. Lê Şamê derziyên pir kêm şandine. Her wiha hikûmeta Şamê jî bi hatina wê ya bi rêya Iraqê re razî nebû. Civaka navneteweyî bi têra xwe zext li Şamê nekir. Em dizanin ku Emerîka hewil dide, lê ji xeynî kanala Şamê, alîkarî tenê bi rêya Tirkiyê û ji deriyê Bab El-Hawa tê.

 Al-Monitor: Tu bi Covid ket?

Ebdê: Na.

Al-Monitor: Min li Hewlêrê “mîr”ê êzîdiyan hevdîtin kir. Ji min re got, “Eger tu general Mezlûm dît, ji kerema xwe re bêje keçên me li kampa Holê rizgar bike.

Ebdê: Me heta niha çi ji destê me hatiye, emê di pêşerojê de jî bikin. Em ji destpêkê ve li hemberî Êzidiyan gelekî hesas bûne. Herî zêde me ev malbat, zarok, keç û jin rizgar kirin. Lê dîsa jî DAIŞ wan ditirsîne û tirsê dixe dilê wan. Ev yek nahêle ku ew di kampan de xuya bibin û xwe eşkere bikin. Herwiha hinek ji wan zarokên DAIŞê hene û naxwazin zarokên xwe bihêlin. Civaka Êzidî van zarokan qebûl nake. Pirsgirêkeke civakî û olî ye.

Ebdê: Me heta niha çi ji destê me hatiye me kir, em ê di pêşerojê de jî bikin. Em ji destpêkê ve li hemberî Êzidiyan gelekî hestiyar in. Herî zêde me ev malbat, zarok, keç û jin rizgar kirin. Lê dîsa jî DAIŞ wan ditirsîne û tirsê dixe dilê wan. Ev yek nahêle ku ew di kampan de xuya bibin û xwe eşkere bikin. Her wiha hinek ji wan zarokên DAIŞ’ê hene û naxwazin zarokên xwe bihêlin. Civaka Êzidî van zarokan qebûl nake. Pirsgirêkeke civakî û olî ye.

Lê li gorî min li vir bi qasî ku tê fikirîn Êzîdî nemane. Lêpirsîna hêzên me yên jin ên asayîşê li ser vê mijarê di nava kampan de berdewam dikin. “Mala Êzdiyan” jî heye ku bi vê mijarê mijûl dibe. Ez Mîr vedixwînim serdana me, bi rêya te. Ger ew were kampê, dê bandorek wî hebe.

Al-Monitor: Di van demên dawîn de di hinek medyayê de îdiayên berdewam li ser helwesta we hene ku hûn hatine dûrxistin. Ez niha bi kê re diaxivim? Ez bi fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk re diaxivim?

Ebdê: Di vê yekê de gumanên te hene? Em guh nadin vê nûçeyên spekulatîf, girîngiyê nadin wan û ji destpêkê ve bersivê nadin. Em ê niha bersiva vê nûçeyê nedin. Di nava çend rojan de wê Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bicive. Peyama daxwazkirî dê paşê bigihîje.

Al-Monitor: Yanî tu hîn jî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk î?

Ebdê: Belê.

Çavkanî: Al-Monitor

Back to top button