ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdê: Bi yekrêziya Kurdî em ê dagirkeriya Tirkiyeyê bişkînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdê tekez kir ku ew niha li ser danûstandinên diyaloga Kurd-Kurd dixebitin. Û got: “Îro em di vê diyalogê de pêşketinê dibînin, û bi vî rengî em ê armancên dagirkeriya Tirk û siyaseta înkarê ya li dijî gelê me bişkînin”.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdê, Di Peyamek tomarkirî û vîdyoyî de ji beşdarên semînera diyaloga li ser “şerê Taybet, praktîk û Amûrên Wê” ku li bajarê Kobanî hate saz kirin, li ser çend mijaran sekinî, di nav wan de rewşa siyasî ya niha, rewşa ewlehî, û pirsgirêkên ku Rêveberiya Xweser di asta giştî de li hembeî wan derket..

Ebdê di peyama xwe ya vîdyoyê de got: “Dijmin dixwaze gelê Kurd perçe bike, hêza leşkerî û siyasî dabaş bike û civakê bixe, û niha em li ser danûstandinên diyaloga Kurd-Kurd dixebitin, û îro em di vê diyalogê de pêşketinê dibînin, û bi vî rengî em ê armancên dagirkeriya Tirk û siyaseta înkarê ya li dijî gelê me bişkînin”.

Ebdê wiha lê zêde kir, “Di du mehên bê de, em ê konfêransek diyalogê ji bo hemî pêkhateyên li herêma Cezîrê li dar bixin, da ku ramanên gelê me ji nêz ve bigirin û bibînin ku ew bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû ne”.

Ebdê eşkere kir: “Me civîn bi şirketên navneteweyî re pêk anîn da ku hemî enerjiya xwe bixin xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, û em amade ne ku bi hemî şîrketên navneteweyî re hevkariyê bikin da ku xizmeta gelê xwe bikin, ji ber vê yekê armanca dijmin ew e ku rê nede me ku em şoreşa xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin, û rê nede ku em beşdarî Sûriya pêşeroj bibin. Her weha siyaset û têkiliyên me hene li gel hemî welatên garantor li Sûriye , û em dixwazin têkiliyan bi hemî aliyan re xurt bikin. Me li gel Rûsan û Amerîkiyan jî lihevkirina li dar xistin , û em ê peymanên wiha li gel her aliyekî ku xizmeta berjewendiyên gelê me dike bikin.

Mazlûm Ebdê diyar kir: “Dijminê me çi ji destê wan tê dike ku civaka me û ewlehiya ku em li Bakur û Rojhilata Sûriyê tê de dijîn tune bike. Divê em hevkar bin da ku li ber van siyasetên dijminan bisekinin. Dagirkeriya Tirk niha bi afirandina toreyên ajanan şerê taybetî dimeşîne, û ew di demên borî de dikarîbû civakê perçe bike, lê niha, piştî şoreşa 10 salan li Bakur û Rojhilata Sûriyê, dijmin nikarê bigihîje armancên xwe, û ji bo vê yekê wî siyasetên xwe guhert û pişta xwe bi şerê psîkolojîk ve girêda di riya ajanan re û bi karanîna wan da ku zirarê bighînin cvaka xwe ne xasim piştî têkçûna wî di têkbirina şoreşa me ya civakî.

Ebdê wiha lê zêdekir: “Divê em hemî amadeyên leşkerî, siyasî û civakî bi rê û rêbazan bigirin da ku bigihîjin rê û rêgezên ku dikarin li ber êrişa fikrî ya ku dijmin pê re radiwestin bisekinin, û civak jî bi beşdarbûna awayên pêşîlêgirtin û girtina tedbîrên civakî re eleqedar e.” Ebdê her wiha bal kişand ser astengiyên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bi rû dimîne. Û got: “Em hebûna şaştiyên îdarî înkar nakin û divê gelê me çavdêr be, û li pişt gotegotên xerab neyêne kişandin ji ber ku ev ajotin bêtir ji dijminê me re xizmetê dike bêtir ji xizmeta gelê me re. Niha divê em rêyên rast di çareserkirina pirsgirêk û qeyranan de bişopînin”.

Ebdê di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku ew di rewşek baş a siyasî û leşkerî de ne, û got: “Tevî vê jî pêwîste ku em tedbîrên ewlehî û leşkerî zêde bikin. Ev parastin ne tenê berpirsiyariya hêzên ewlehiyê ye, lê ew gureva gelê me ye jî, û pêwîste ku her kesk piştgiriya van hêzan bike.

Back to top button