ÇalakîManşêtPYD

Merasîmê şehîdên Zap li başûrê Kurdistanê hat li dar xistin

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li başûrê Kurdistanê duh di dîroka 2022-5-9 merasîmê sersaxiya çar şehîdên ku di 22ê Nîsanê de şehîd ketin dema berxwedana Hêzên Parastina Gel li çiyayê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker,organîz kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya li herêma Kurdistanê “Evîn Siweyd” axivî û di gotina xwe de şehîdên azadiyê bibîr anî, û banga hevgirtina gelê kurd kir û piştgiriya berxwedana qehremanî ya ku şervanên kurd li çiyayê Kurdistanê û rojava pêk tîne li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê.

Ji aliyê xwe ve apê şehîd “Bahoz Jînda”, “Yûsif Kutê” bi navê malbata şehîd axivî û got: em serbilindin bi şehîdên xwe ji ber ku ew li ser xeta rast meşiyan û divê her kes vê yekê zanibe.

Kutê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku şehîdan riya şoreşê meşiya ji bo bidestxistina azadiya kurdan û bi rûmet bijîn.

Back to top button