ManşêtNûçe

Meclisên malbatên şehîdan banga girtina kujerên şehîd Şukrî Serhed kir

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê têkildarî bûyera şehîdxistina şehîd Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) daxuyanî dan.

Daxuyanî li navçe û bajarên cuda yên herêma Cizîrê li pêşiya navendên meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Amûdê, Tirbespiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Dêrikê û kampên koçberan ên Serêkaniyê hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rêbazên kirêt ên ku dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê li dijî têkoşerên Kurd hate kirin û hat gotin ew bi van êrişan dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk serfiraziya xwe li ser tunekirina gelên herêmê û têkbirina destkeftiyên wan ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku gelê Kurd li hemberî wan siyasetan li ber xwe da û tê koşiya. Di dirêjahiya serdemên borî de bi hezaran şehîd dan û li ser hemû astan destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk li hemberî wan destekftiyan xwe ranegirt, ji ber wê li ber çavên cîhanê û rêxistinên mirovî rêbazên xwe yên şer bi pêş xistin û dest bi şehîdxistina têkoşer û welatparêzan kir. Herî dawî bi rêya îstixbarat û ajanan şehîd Şukrî Serhed li Başûrê Kurdistanê kuşt.”

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd Şukrî Serhed hate dayîn. Her wiha bang li desthilata Başûr hat kirin ku bi lez detayên bûyerê eşkere bikin, sûcdaran bigirin û wan darizînin û nehêlin Başûrê Kurdistanê bibe qada lîstokên îstixbarata dewleta Tirk.

ANHA

Back to top button