ManşêtNûçe

Meclisa Sûriya Demokratîk semînerek li Kobanê li dar xist

Di bin dirûşmeya”Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo gelê Cizîr û Firatê” Meclisa Sûriya Demokratîk duh 25’ê îlonê li bajarê Kobanê semînerek li dar xist bi beşdarbûna partiyên siyasî, saziyên sivîl, kesayetên eşîrî ji hemû pêkhateyan û kesayatên serbixwe.

Semîner bi axaftina Îlham Ehmed seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk dest pê kir, ku li ser rewşa siyasî li herêmê axivî û girîngiya diyalog di navbera sûriyan de û diyaloga Kûrdî- Kûrdî, Îlham îşart kir ku rêjîm bi diyalogê pêk nayine tevî ku deriyê me vekirî ne, her wiha li ser peymana ya ku bi Partiya Vîna Gel hat îmzekirin axivî.

Piştre endamê Meclisa Sûriya Demokratîk Senherîb Bersûm axivî li ser armanca semînerê û guhdarkirina nerînên hemû gelê Bakur û Rojhilata Sûriyayê, di semînerê de mûdaxele û pêşinyar ji aliyê beşdaran hebû, Bekir Hec Îsa berpisyarê buroya têkilyên diblomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li herêma firatê mûdaxele kir û axivî li ser girîngiya diyalogê bi taybet diyaloga Kurdî- Kurdî bêyê dûrxistina aliyekî.

Riya pêşxistia Rêveberiya Xweser û pêşxistina saziyên wê xala dûyemîn a diyalogê bû, ku mûdaxele hebên, yek ji wan mûdaxeleyan Ehmed Şêxo endamê desteya rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk li Herêma Firatê, ku li ser pêşxistina Rêveberiyê axivî, her wiha tekez kir ku deriyên Rêveberiya xweser ji hemû kesan re vekirîne, bi taybet kesên xwedî giyanên fedekarî tevî zehmetiya pêşxistina vê rêveberuyê.

Her wiha Hevserokê Hevbeş ê Meclisa Rêveberiyê di Rêveberiya Xweser de li Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî ser pêşketinên rêveberiya xweser tevî pêdiviyên kêm, her wiha astengiyên ku dibin asteng ji van destkeftiyan re, di nav de gefên dewleta tirk û dorpêça li ser me.

Nîqaş di navbera beşdaran de bi demokrasiyê û nirxandinek avakirî ji rêveberiyê re derbas bû, her wiha pêşinyarên bi nirix ji bo pêşketina rêveberiya Xweser hebû.

 

 

Back to top button