ÇalakîManşêt

Meclisa partiya me li Lubnanê şerê birakujî(Kurdî- Kurdî) red dike

Ji bo redkirina çêbûna şerê birakujiya(Kurdî- Kurdî) ku dikeve berjwendiya dagirkerê kurdsistanê û di despêka wan de Tirkiya, bi beşdarbûna bi dehan ji endamên wê li paytexta Lubnanî Beyrûtê, Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Lubnanê daxuyaniyek di vî derbarî de da raya giştî.

Di daxuanyê de wiha hat:

Gelê kurd li pêş deskeftiyên dîrokî yên giring rû bi rû mane, û ev deskeftiyên dîrokî ji demên borî na hetine bidest xistin, ji ber vê yekê divê em parastina van deskeftiyan bikin û di vê qonaxa çarenûsî û zehmet ku tehdîdên dijminên habûna kurdî bilindibin.

Daxuyaniyê wiha domand: Gelê me rastî pilanên dijmnatiyê tê di peymanên veşartî de yên tê de lihevkirin çêdibin ku çiyayên kurdistanê vala bikin ji şervanên kurd, û em nikrain bêdeng bimînin ji hewildanên ku dixwazin destkeftiyan hilweşînin di bin her hincetekî de, em parçeyek ji vê netewa ku êş kişand, û em qebûl nakin di vê qonaxa hesas de ku em temaşe bikin li ser komployên ku çêdikin ji bo fitneyan di navbera biran de çêbikin, û afirandina serekî navxweyî ku tu kes bi sernakeve ji bilî dijminê gelê me yên ku dixwazin deskeftiyên me yên ku hatine bidestxistin hilwişînin, gelê me hewcdariyê yekîtiyê ye û raghandina parastina rewa li dijî pilanên derve û çareserkirina dozên kurdistanî bi rêbazên aştî û bi diyalogê, her wiha li dar xistina Kongreyek Netewî Kurdistanî bêyî dûrxistina tu aliyekî û partiyên siyasî, em anha li pêşiya dû riya ne, xeta berxwedanê û xeta îxanetê, divê haya her kesî hebe ku di riya îxanetê de ne meşin, ji ber ku dijmin hemû awaya bikar tîne ji bo afirandina serê navxweyî, û ev şer eger çêbibe wê encamên wê pir xirab be, û nirxên wê vegerandina paş be, ji ber vê yekê divê hemû alî gav bavêjin di xeta berxwedanê ji bo parastina deskeftî û gelên me û yekîtiya kurdî.

Daxuyaniyê tekez kir: Erê ji dyalogê re, ka em ji her kêliyê di van salên dîrokî de sûd werbigrin ku vê sedsala bîst û yekê veghuerînin sedsala serfiraziya gelê kurd.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button
Close