ManşêtNûçePYD

Meclîsa Malbatên Şehîdan hêviya serkeftinê ji partiyê re xwest

Di der barê xebatên kongreya 9’emîn a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku bi drûşmeya ( Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têkbibin û Sûriya ya demokratîk ava bikin), bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Hozan Cewahir Osman axivî tê de got: bi bedêla bi hezaran ji malbatên şehîdan li bakur û rojhilatê Sûriya em kongreyê we yê 9emîn silav dikin û em hêvî dikin ku nîqaşên we bi qedera hesasiya qûnaxê û zehmetiya wê be, ku em weke kurd û gelên herêmê yên din li hemberî dijminek hevpar rû bi rû ne ku bi hemû riyan hewil dide ku ji kokê me bi dawî bike û çanda me têk bibe her wiha fitneyan belav bike û pevçûnên mezhebî biafrîne da ku bi riya wê bighêje armancên xwe yên berfireh û Împratoriya Osamanî vegerîne û gelê me li serdemên tarî vegerîne.

Wiha lê zêde kir: Em bawerin ku çawa me qûnaxa berê ya zehmet we derbas kir, hûn yên pêşngên vê qûnaxên ne û bighêjin serkeftinê, bi vî awayî armancên ku zarokên me ji bo wê şehîd bûn û ruhê xwe feda kirin ji bo gihaştina civakek azad di vîn û fikra xwe de, wê bidestbixe. Bi hêviya destpêkek nû bi hêz ji bo partiyê ber bi xurtkirina fikra netewa demokratîk û projeya bratiya gelan ji bo tevahiya Sûriya.

Cewahir Osman tekez kir ku bi saya fikr û felsefeya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û pêşengê vê ramanê rêber APO, we karîbû nexşeya rê ji bo tevahiya gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk û ramanê tarî xêz bikin.

Osman got: Em ji vê mînberê bi hev re peymanê nû dikin ku meşê temam bikin û wek malbatên şehîdan bibin endamên partiya we û her dem ji bo bicihanîna perspektîfên rêber û xebata ji bo temamkirina meşê amade bin.

Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: Em erkên mezin ên ku li benda we ne, ji bo birêxistinkirina gel, dagirtina valahiyan û bilindkirina têkoşînê heta ku Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe, bi bîr tînin. Û bila em hewl bidin ku ev kongir bibe yekitiya rewşa di navbera we û malbatên şehîdan de ji bo rûbirûbûna dijwariya qonaxê, dermankirina birînên gelê me û guhdarîkirina wan.

Back to top button