ManşêtNûçe

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Bêdengî hevkariya DAIŞ’ê ye

Di 20’ê Çileyê de, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk û rejîma Baasê bi riya şaneyên DAIŞ’ê yên razayî dest bi êrîşeke li ser girtîgeha Xwêran a ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê dihewîne kir da ku wan çeteyan rizgar bike û ewlehiya herêmê têk bibe. Di encama vê êrîşê de gelek kes hatin qetilkirin bi destên wan û gelek malbatên sivîl neçar man berê xwe bidin cihê ewle. Li hemberî van êrîşan berxwedaniyeke mezin ji milê hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê QSD’ê û Asayîşê ve çêbû û heta vê kêliyê ev şer berdewam dike. Têkildarî mijarê Meclîsa Jinên Sûriyeyê daxuyaniyek li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Rêxistina Kongreya Star amade bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate xwendin wiha ye:

“Doza çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li Rojhilatê Dêre Zorê têk çûn, bû rojeva esasî. Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin, li zindana Xwêran hatin bicihkirin. Ev zindan jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser ve dihat qontrolkirin. Her çeteyek ji van çeteyan wekî mayina ku li ber teqandinê ye ku dema derfetek bibînin wê ew mayin bê teqandin. Ev mînak jî li zindana Xwêran derket holê. Weke ku tê texmînkirin ev mayin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate teqandin. Bi taybetî jî piştî 10-12 hezar çete ku li tevahî zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Texmîna ku çete careke din zindî bibin hemû hemwelatiyên Sûriyeyê dizanibûn. Her wiha malbatên çeteyan jî nêzî 70 hezar ji jin û zarokên çeteyan pêk tên li kampa Holê ku kampa herî mezin e hatine bicihkirin. Ruxmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweser  û sazî û dezgehên sivîl bang kirin ku çete werin dadgehkirin jî heta niha tu bersivek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî ve nehatiye. Ev bûyera dawî ya zindana Xwêran gelek rastî derxistin holê. Piştî ku gelek daxuyanî ji gelek aliyan ve hat ragihandin, maske û rûyê gelek kesan derxist holê. Weke ku derket holê, mijara çeteyên DAIŞ’ê her kesê eleqedar nake. Ruxmê ku tê zanîn mijara çeteyan weke erdhejek e û bandorên neyînî li gelek herêman dike û tu kes ji vê yekê xilas nabe. Em wek Meclisa Jinên Sûriyeyê xetera çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî jî li ser jinan xeter dibînin, ji ber ên ku herî zêde rastî binpêkirin û zilmê tên jin in.

“Daxwazên me wiha ne:

-Pêwîst e sazî û rêxistinên navneteweyî dev ji bêdengiya xwe berdin û rola ku dikeve ser wan di herêmê de bilîzin û rêgeza hiqûqî, mirovî û exlaqî di karê xwe de pêk bînin. Ji ber ku her bêdengî îspbta hevkariya wan e.

-Pêwîst e tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî û bi taybetî yên ku parastina mafên mirovan dikin, saziyên alîkariyê, binpêkirinên maf û zagonên mirovî belge bikin. Çi kesên sûcdar hesab bipirsin û dadgehên navneteweyî yên ji bo çeteyên DAIŞ’ê bên avakirin. Divê Sekreterya giştî ya Neteweyên Yekbûyî, meclisa ewlekarî û civaka navneteweyî, hesab ji Tirkiyeyê bixwazin. Her wiha divê Tirkiye hêzên xwe ji axa Sûriyeyê bikşîne, ji ber ku ev binpêkirin li dijî zagonên navneteweyî ye. Tirkiye bi awayekî eşkere destek dide çeteyên DAIŞ’ê û li herêmên xwe wan perwerde dike.

-Daxwazê me ew e ku divê gelek aliyên Sûriyeyê, li ser maseya nîqaşê rûnin û li hev bikin û riyên aştiyane ava bikin. Her wiha divê pêşerojeke demokratîk ji gelê herêmê re bê avakirin.

JINHA 

Back to top button