ÇalakîJinManşêtNûçe

Meclisa Jinan ji bo hevjînên şehîdên Serêkaniyê civîneke berfireh li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi hevsengiya Meclisa Malbatên şehîdan, duh civîneke berfireh ji hevjînên şehîdên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê li dar xist.

Civîn bideqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.

Piştre berdevka bi navê nivîsgeha rêxistinî ya Meclisa Jin “Zehra Semo” li ser pêşketinên siyasî li herêma bakur û rojhilatê Sûriya axivî.

Semo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên kolonyalîst ên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê û gefên wê yên domdar ên ji bo dagirkirina deverên zêdetir beriya bidawîhatina peymana Lozanê û berfirehkirina împaratoriya wê ya Osmanî.

Destnîşan kir li ser xurtkirina têkoşînê ji bo rawestandina li ber hemû gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin.

Endamên Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed û Fatima Elî jî berxwedana 19’ê Tîrmehê ku bi navê Şoreşa Jinê tê binavkirin, nirxand.

Di dawiya civînê de Zehra Semo deriyên nîqaşê vekir û guhdarkirina nêrînên beşdaran.

Back to top button