ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jinan a PYD`ê bi boneya 8`ê Adarê Heyva Sor a Kurd pîroz kir

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro  serdana avahiya rêveberiya giştî ya Heyva Sor a Kurdî kir li Qamişlo û spasiya hewildanên wan kir di xizmeta gelê herêmê de.

Di nava rêze serdan û çalakiyên ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de pêk tîne bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanê ya jinan, bi armanca pîroz kirina jinên di nava saziyên civaka sivîl û spasiya hewildanên wan kirin di xizmeta gelê heremê de.

Di destpêkê de roja cîhanê ya jinan li tevahiya jinên cîhanê pîroz kirin, ji aliyê xwe ve endama meclisa jin “Şerîfa Hesen” îşaret kir li ser rola Heyva Sor a Kurdî di nava şoreşê de, her wiha tekez kir ku tevî îmkaneyên kêm karîbû hewcdariyan bi cih bînin.

Wiha berdewam kir: bi tevahiya hewildanên ku Heyva Sor pêşkêş kir ji bo xizmeta herêmê, me xwest em wan pîroz bikin di vê roja pîroz de, ji ber destkeftiyên ku bidestxistin di dîroka bakur û rojhilatê Sûriya.

Back to top button