Panêl bi encamnemeyê bi dawî bû û ji xalên wê yên bingehîn azadiya fîzîkî ya rêber APO ye.
Panêl li hola Serdem a gundê Til Sosin bi beşdariya endamên sazî, meclis û endamên Kongra Star û Asayîşê pêk hat.
Di panelê de gelek kes axifîn û li ser êrîş û tundiya ku di her qadên jiyanê de li dijî jinan tê kirin û siyaseta ku rê li ber vê vedike nîqaş hate kirin.
Her wiha têkoşîna li dijî vê yekê jî yek ji mijara niqaşan bû.
Panêl bi encamnameyê bi dawî bû.
Di encamnameyê de hate diyar kirin armanca sereke ya jinan azadiya Rêber Apo ye.
Her wiha hate gotin ku divê jin di hemû qadan de statuya xwe bi dest bixe û têkoşîna xwe bidomîne.