ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin semînerek li ser tundiya li dijî jinê li navçeya Holê li dar xist

Di nava hemelya ku Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat raghandiye bi li dar xistina rêzeçalakiyên firkin û hişyariyê û bi boneya roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê, Meclisa Jin roja Duşemê civîneke rêxistinî li navçeya Holê li dar xist.

Bi dehan ji gel û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên rûmetê, piştre berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat Zehra Semo li ser tundiya li ser jin û sedemên wê û riyên pêşîgirtina wê; axivî.

Di axaftina xwe de îşaret kir ku siyaseta dewletên neteweyî û kapîtalîst û yên ji civakan re rewa nake pêkanîna mafên wê, û hedefgirtina çalakvan û têkoşeran di çarçoveya rewakirina tundiyê li dijî jinê û li dijî tevgerên jinan bi temamî tê.

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Jin Dîdem Elî semînerek li ser tundiya li dijî jinê da.

Tê de li ser giringiya perwerdeyê û hişyarkirinê di xurtkirina jinê di pêşketina wê de li ser tevahiya astan sekinî.

Civîn bi vekirina deriyê nîşqaşê û guhdarkirina nêrînan ve hat bi dawî kirin.

Back to top button