ManşêtNûçe

Meclisa Jin li kantona Şehba semînerek li dar xist

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Efrînê ya dagirkirî ya hemleya taybet bi navê “Têbikoşîna ji bo bidawîkirina tundî û dagirkeriyê” de, Meclîsa Jin rêzesemînerên hişyarkirinê ji bo endamên partiyan li navçeyên kantona Şehba, bajarokên (Ehres, Um Hoş, Dêr Cemal, El-Ehdes) kampa Berxdan û Serdem, gundê Ziyara û ebîn, lidar xist.

Endama Meclisa Giştî ya Partiyê Rodîn Mihemed axivî û got: “Jin di dîroka xwe de karibû civakê birêve bibe û di pêşketina mirovahî û xwezayê de xwedî roleke pêşeng û dîrokî bû, Di hebûna jinan de jiyan aram bû, aştî, ewlehî, aramî û hezkirin li cîhanê serwer bû, Lê piştî ku civak veguherî zihniyeta mêraniya otorîter, trajediya gelan ji pevçûn, şer û xerakirina xweza û exlaq bi wê re dest pê kir. Tişta ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) temsîl dike îro mînaka wê zihniyeta faşîst e ku jiyanê bi hemû wateya xwe dikuje, binpêkirinên rojane yên li Efrînê, Til Abyed û Serêkaniyê binpêkirinên ku dîrokê heta niha nedîtine.”

Semîner bi gelek pêşniyar û nêrînên li ser berxwedana li dijî her cure tundî û cudakariyê bi dawî bû.

Back to top button